ROJEVA 12’Ê ADARA 2023’YAN 2023-03-12 09:00:42   * Ji bo peywirê gazî tenduristkarên ku ji ber erdhejê mexdûr bûne û ji bêgavî çûne bajarên din tê kirin.    * Piştî ku Serokkomarê AKP'î Tayyîp Erdogan dîroka hilbijartinê diyar kir, qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê gelek mal û milkên şaredariyê da ber firotinê.    * Hevşaredar Mehmet Zirig ku qeyûm tayînî şûna wî hatiye kirin, destnîşan kir ku ji roja ku qeyûm tayînî Şaredariya Cizîrê hatiye kirin heya niha Dîwana Muhasebatê neçûye şaredariyê kontrol nekiriye û got ku qeyûm dahata şaredariyê ji bo sazî û dezgehên derî şaredariyê seferber kiriye.    * Ji mirovên ku di erdhejê de bi her awayî mexdûr bûne, fatûreyên av, ceryan û gazê ji yên her wextî bargirantir hatine. Li Amedê welatiyan bertek nîşanî van fatûreyan dan.    * Kirikhaniyên ku ji ber erdhejê nikarin biçin malên xwe, diyar kirin ku hê jî pirsgirêka avê didome û pirsîn ku ava di depoyan de çima nayê belavkirin.    * Dilxwazê AFAD’ê Fettullah Kaya ji ber ku tev li xebatên rakirina kavilan bûye, şîrketa lê xebitiye bêyî hincet ew ji kar derxistiye. Kaya da zanîn ku şîrketê destûr daye wî tevlî xebatan bibe, lê bêyî hincet ew ji kar derxistiye û got ku ew doza heqê xwe dike.   * Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 720’an de berdewam bike.    * Platforma 12’ê Adarê dê têkildarî Komkujiya Gaziyê ya 12’ê Adarê li Cemxaneya Gaziyê merasîma bîranînê li dar bixe. (12.00)   * Lijneya Koordînasyona Bajar a TMMOB’a Amedê, Serokê TMMOB’ê Emîn Korkmaz û şandeya pê re dê têkildarî lêkolînên li herêmên erdhejê kirine li Odeya Endezyarên Ceyranê ya Amedê daxuyaniyê bidin. (12.00)    * Kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane dê bi tevlibûna Seroka Konseya Navendî ya TTB’ê Şebnem Korur Fîncanci li pêşiya Diyar Galeriya ya Amedê bên bîranîn. (16.00)