Serdanên Gerok MA'yê yên li herêmên erdhejê didomin 2023-03-11 19:41:01   MEREŞ – Koma Gerok MA'yê, 3 rojan çû gundên Bazarcixê û bi zarokên bandor ji erdhejê girtin, lîstik lîstin.    Koma Gerok MA'yê ku ji aliyê MA muzîk, Navenda Çandê ya Mezopotamyayê (NÇM), Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê, Navenda Çandê ya Aryenê, ŞanoWan, Şanoya Bajêr a Amedê, Komeleya Jin, Çand, Huner û Wêjeyê (KASED) û Komeleya Akademoya Sînemayê ya Rojhilata Navîn pêk tê, li Bazarcixa Merelê ber dilê zarokan xweş kir.    GUND BI GUND GERIYAN   Koma Gerok MA'yê ku 3 rojan çû gundên navçeya Bazarcixê û bi zarokan re civiya, ewilî li gundê Mûsolar, roja duduyan li gundê Cennet Pinari, Akdemîr, Tetîrlîk, Şahîntepe û îro jî li gundê Mînehuyukê li ber stranan bi zarokan re lîst. Kom ku tevî darbûqe û defê gund bi gund geriya û stran gotin, li gundan atolyeyên muzîkê û wêneyan li dar xist.    Di çalakiyan de lîstikên cur bi cur hatin lîstin.    Kom ji bo bi zarokên Nûrdaxî, Islahiye, Samandag û Îskenderûnê re li hev bicive xatir ji zarokên Bazarcixê xwest û bi rê ket.