Ciwanê ku polîsan wî revandiye: Ewelehiya canê min nîne 2023-03-11 16:47:35   AMED - Azad Aktaş diyar kir ku polîsan êvara 8’ê adarê wî revandiye û got: “Ewlehiya canê min nîne.”    Azad Aktaş (20) ê li navçeya Licê ya Amedê rûdinê diyar kir ku sê caran polîsên bi cilên sivîl wî desteser kirine. Aktaş da zanîn ku herî dawî polîsan êvara 8’ê adarê wî li taxa Şêx Şamil a navçeya Rezanê desteser kiriye û li wesayîtek bi navê sedan siwar kirine û wî birine nêzî  Park Ormanê û sîxuriyê lê ferz kirine. Aktaş anî ziman ku polîs her tim wî dişopînin û dixwazin wî nas bikin û got: “Ewlehiya canê min nîne. Êvarê saet piştî nehan nikarim derkevim derve.”    Aktaş da zanîn ku ew ê ji ber van zextan serî li Komeleya Mafên Mirovan bide û li dozgeriyê gilî bike.