Artêşa tirk topên fosforê bi kar tîne 2023-03-11 16:46:49   NAVENDA NÛÇEYAN - Hate diyarkirin ku dewleta tirk li dijî herêmên Garê û Metînayê topên fosforê bi kar tîne.    Êrişên dewleta tirk ên li dijî herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê berdewam dikin. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) ya agahiyên xwe dispêre daxuyaniya HPG’ê, artêşa tirk di 10’ê adarê de çeperên li herêma Sîdayê bi topên fosforê 7 caran bombebaran kiriye.    Hate ragihandin ku di 9 û 10’ê adarê de li qada Gundê Kanîsarkê ya Garê û qada Girê Çarçêl a Metînayê bi balafirên şer 4 caran hatiye bombekirin. Di 10’ê adarê de qada Berxwedanê ya Girê Cûdî û qadên li herêma Sîdayê bi helikopter, obüs, tank û çekên giran 19 caran hatiye bombekirin.