Hunermend Taşdogan li ser talankirina Kurdistanê klîbek amade kir 2023-03-11 15:43:07 AMED - Hunermendê kurd Kasim Taşdogan klîbek ku talankirina salên dawî radixe ber çavan amade kir û bi guhdar û bînerên xwe re parve kir.    Hunermend Kasim Taşdogan klîbek ku bala her kesî bide ser xwe amade kir. Taşdogan ê ev demek bû li ser klîba strana “Mîrate” dixebitî bi dawî kir û weşand. Taşdogan di gotinên stranê û dîmenên di klîbê pevxistiye bale dikişîne ser talankirina mîrateyên kurdan.    TALANKIRINA HESKÎFÊ Û HILWEŞANDINA PEYKERAN   Di klîbê de ji dîmenên talankirina bajarê dîrokî û qedîm Heskîfê bigire heta peykerên rewşenbîr û zarokên kurdan ên ji aliyê dewletê ve hatine kuştin û ku ji aliyê qeyûman ve hatine hilweşandin tên nîşandan. Bi taybetî di klîbê de cih daye hilweşandina peykerê 34 qurbaniyên Roboskiyê ya li Amedê.    TALANKIRINA DARÊN ZEYTÛNAN    Her wiha di klîbê de bale kişandiye ser hilweşdaninên cihê dîrokî û peykeran ku ji aliyê DAIŞ’ê ve pêk hatibûn. Di klîbê de dizî û talankirina darê zeytûnên Efrînê jî hatiye nîşandan.    Di klîbê de dîmenên birîna darên li herêma Botanê jî hatiye nîşandan.    Gotinên stranê wiha ne:    “Mîrate    Koka dara şîn Ji binve  nayê birrîn Bê giyan û bê hilm hîştin  Bihara me dizîn   Hebûna te zor û tade Mayina te ne ma zêde Mîrateya te ya rizî Tenê talan tenê dizî   Ne xezeb û ne nifiran Nakim li we mêtîngeran Ka goh bidin vê hewarê Ava bikin qesra starê”