Girtiyê nexweş ê diranên wî ketine nikare xwarinê bixwe 2023-03-11 14:53:20 ÎZMÎR - Şaxa ÎHD’a Îzmîrê, di çalakiya xwe ya bi daxwaza girtiyên nexweş bên berdan de bal kişand ser rewşa Abdulhalîm Kirtay.   Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê 271’emîn daxuyaniya xwe ya çapemeniyê ku du hefteyan carekê ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş li dar dixe, li ber Sumerbanka Kevin a Konakê pêk anî. Di çalakiya ku pankarta “Girtiyên nexweş dimirin bêdeng nebe” hate vekirin de Dayikên Aştiyê, rêxistinên sivîl ên civakî û nûnerên partiyên siyasî beşdar bûn. Serokê Şaxa ÎHD’a Îzmîrê Zafer Încîn ê metna daxuyaniyê xwend bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Abdulhalîm Kirtay ê li Girtîgeha Tîpa T a Bûrhaniyeyê tê ragirtin.   Încîn diyar kir ku piştî Abdulhalîm Kirtay di 14’ê gulana 1993’yan de hate girtin li Girtîgehên Yozgat, Sêrt, Mêrdîn, Wan, Rîze û Bûrhaniye di nav de li gelek girtîgehên hatiye ragirtin û qala pêvajoya dermankirina wî ya li Îzmîrê kir.    TEDAWIYA WÎ NAYÊ KIRIN    Încîn diyar kir ku Abdulhalîm Kirtay bi nexweşiyên wekî prostata pêşketî, şekir, tansiyona bilind, fitiq, hemoroid, dil, bêhntengî ketiye û got: “Di heman demê de ji ber qezayekê 3 tiliyên wî jî nînin. Dema ku di girtîgehê de bû, çend caran fitiqa berranê wî teqiya bû û her tim xwîn û îltihab jê dihat. Ji ber nexweşiyên xwe nikare li girtîgehê bijî. Bi alîkariya girtiyên din dikare lênerîna xwe ya şexsî pêk bîne. Kırtay ku 75 salî ye, ji cihê emeliyata fitiqê timî îltihab diherike. Mixabin ne li nexweşxaneyê ne jî li revîra girtîgehê bi awayekî baş nehat tedawîkirin. Heta pansûman jî nehate kirin. Çavekî Kirtay jî ji ber rewşa nehîjyenîk a ji ber xwîna ji birîna vekirî diherike û îltihabê, werimî ye û girtî ye.”    DIRANÊN WÎ KETIN    Încîn, anî ziman ku Kirtay niha di nav nivînan de ye û da zanîn ku di odeyeke 3 kesî de bi 11 kesan re dimîne. Li gorî agahiyên dawî yên ji malbata wî hatin wergirtin ji ber şertên nexweşxaneyê diranên wî ketine, nikare xwarinê bixwe. Încîn xwest Kirtay were berdan.