Keysbaziya erdhejê: Îhale dan zava û konut li ser eraziyên çandiniyê tên çêkirin 2023-03-11 11:16:23   SEMSÛR - Îhaleya 614 konutên dê li Semsûrê ji bo mexdûran bên çêkirin dan şîrketa cîranê Erdogan û zavayê serokê TOKÎ’yê yê berê û derket holê ku cihê konûtan jî eraziyê çandiniyê ye.    Li Semsûrê ji bo mexdûrên erdhejê dê xanî bên çêkirin. 614 xanî ango konutên dê bên lêkirin ji aliyê Serokatiya Îdareya Hevkartiya Konutên Komî û Cemaweriyê (TOKÎ) ve bên çêkirin. Derket holê cihê ku ji bo van avahiyan ango konutan hatine veqetandin li nav eraziyên çandiniyê ye. Piştî ku îhaleya konutan ji aliyê TOKÎ ve hat kirin, li taxa Orenli ya Semsûrê di nav eraziyên çandinî de dest bi kolandina cihê konutan hat kirin.    Şaredariya Semsûrê ya AKP’yî li ser hesabê xwe yê medya civakî têkildarî çêkirina konutan parvekirin pêk anî. Di parvekirina şaredariyê de tê dîtin ku cihê dê konut bên çêkirin, eraziyên çandiniyê ne. Bikarhenêrên medya civakî bertek nîşanî parvekirina şaredariyê dan û li ser nerazîbûnê şaredarî neçarî ma parvekirina xwe jê bibe.    ÎHALEYA BI MILYARAN PERE    Fîrma ango şirketa ku ji TOKÎ’yê îhale girtiye balkêş e. Nêzî milyarek û 32 milyon û 624 hezar û 768 lîre pere ji bo van konûtan hatiye veqetandin. Beramberî 999 milyon û 2 hezar û 53 lîre îhaleyê dan Şireketa Înşaetê ya AHES’ê.    CÎRANÊ ERDOGN Û ZAVAYÊ TOKÎ’YÊ YE   Şirketa ku îhaleyê wergirtiye xwediyê wê Mucahîd Hamza û Ebûbekîr Ekşî yên birayê hev in. Ev kes cîranên Serokkomarê AKP’yî Tayyîp Erdogan in û hembajariyên hev in. Mucahîd Hamza Ekşî zavayê cîgirê serokê TOKÎ’yê yê berê Mehmet Ozçelîk e ku niha endamê Meclisa Şaredariya Fatîhê ya AKP’ê ye.    MA / Ahmet Kanbal