Li goristana erdhejê de zarokên bêkes 2023-03-11 10:21:18 MEREŞ - Li Elbistanê li “Goristana Erdhejê” ya ji aliyê şaredariyê ve hatiye diyarkirin 9 gorên bêkes hene, li morgên nexweşxaneyan jî ji 10’an zêdetir cenaze li benda teşhîs kirinê ne.    Tevî ku bi ser erdheja ku navenda wê navçeyên Elbistan û Bazarcix ên Mereşê mehek derbas bû jî hêj jî cenazeyên kesên jiyana xwe ji dest dane tên veşartin. Welatiyên ku piştî erdhejê cenazeyên wan ji bin kavilan hatin derxistin û nasnameyên wan nehatine tespîtkirin hêj jî li morgên nexweşxaneyan tên ragirtin. Cenazeyên li morgan 15 rojan ji bo xizmên wan bên bigirin tên ragirtin. Cenaze piştî 15 rojan li “Goristana Erdhejê” ya nû ku ji aliyê şaredariyê ve hatiye diyarkirin tên veşartin.    927 KES HATIN VEŞARTIN     Gelek kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan li gundan hatin veşartin, li goristana nû ya ji aliyê şaredariyê ve hatiye diyarkirin jî heta niha 160 kes hatine veşartin. Hejmara kesên li nexweşxaneyê otopsiya wan kirine û hatine veşartin jî weke 927 hatiye qeydkirin.  9 kesên nasnameya wan nehatiye tespîtkirin jî li goristanê weke “Bêkes” hatine veşartin. Ji 10’an zêdetir cenazeyên ku ji aliyê xizmên wan ve serlêdan hatine kirin jî li morgên nexweşxaneyan tên ragirtin. Herî dawî li gorekê “zarokeke keç a bêkes” hate nivîsîn. Li goristana erdhejê gorên gelek penaberên sûriyeyî jî hene.    Bi sedan gorên vala yên li qada goristana ku nû hatiye diyarkirin tên sekinandin jî bal kişandin.    MA / Adnan Bîlen - Yusra Batihan