'Em dest ji Samandagiyê bernadin, em ê ji nû ve ava bikin' 2023-03-11 09:48:48   HATAY - Li Samandagiyê Sunduz Kubbe dibêje: "Li vir xeyalên me, bîranînên me hene. Ma em ê çawa dest ji vir berdin? Em ji xeynî Samandagiyê nikarin li tu derî bijîn."   Sunduz Kûbbe û malbata xwe ku li navçeya Samandagi ya Hatayê bi erdhejê re rû bi rû man, bi derfetên xwe ji bin kavilên avahiya xwe ya du qatî derketine. Malbat niha di kon de dimînin ku li baxçeyê porteqalan ê cînaranê xwe danîne. Kûbbe ku car carinan diçe ser kavilên avahiya xwe û kulîlkên xwe tîne, çendî milê wê di erdhejê de birîndra bûye jî karê xwe yê rojane didomîne. Kûbbeyê destnîşan kir ku şert û merc çi dibin bila bibin ew ê dest ji Samandagiyê bernedin.    PIŞTEVANÎ   Kûbbeyê anî ziman ku bi saya piştevaniyê li ser pêyan e û wiha behsa roja erdhejê kir: "Em bi derfetên xw exelas bûn. Me 2-3 rojan kes nedît. Me bi xwe xizmên xwe bi derfetên xwe xelas kir. Heyameke pir bargiran e. Em nikarin biçin malên xwe. Xanî prixesar dîtine. Malbata me, malbateke mezin e. Em bi hev re ne. Me di van rojên giran de alîkariya hev kir. Me bi derfetên xwe kon veda. Ewilî em 25 kes di heman konê de diman. 3 roj şûn de dilxwaz hatin. Çi ji dest wan hat kirin. Mala hemûyan ava be. Xwedê neyne serê tu kesî. Li vir her kes hev du nas dike, em alîkariya hev du dikin."    'EM Ê DEST JI VIR BERNEDIN'   Kûbbeyê da zanîn ku piştî wextekê ew û 5 ferdên malbata xwe çûne koneke din û got: "Em hatin me li baxçeyê cîranê xwe kon veda. Carinan mêvan jî tên. Em nizanin ê çi bibe. Bîna hê jî wek xwe ne. Lê em ê dest ji vir bernedin. Em ê dest ji axa xwe bernedin. Ev der axa bav û kalên me ye, ma em ê çawa dest jê berdin. Em ê di konan de bimînin, lê em dest ji vir bernadin. Tevahiya Samandagiyê wiha difikire. Kes naxwaze dest ji vir berde. Înşeleh em ê ji nû ve ava bikin."    Kûbbeyê destnîşan kir ku ew ê bi saya piştevaniyê vegerin rojên berê û got: "Em ê 30 kes di heman konî de bimînin, lê dîsa jî em dest ji vir bernadin. Ji 7 saliyan heta 70 saliyan her kes wiha difikire."    MA / Mujdat Can - Eylem Akdag