Polîsên ku îşkence li malbata Samûrê kirin sixurtî li keça wan ferz kirine 2023-03-11 09:41:40   RIHA - Adle Samûr û hevjînê wê Mehmet Samûr li navçeya Pirsûsê bi îşkenceyê hatibûn binçavkirin û pişt re jî hatibûn girtin. Zarokên wan behsa îşkenceya li dê û bav wan hatiye kirin kirin û gotin ku polîsan sixurtî li wan ferz kiriye.    Li mezraya Curnereş a gundê Mishecerkê yê navçeya Pirsûsê ya Rihayê di 24’ê sibatê de di nav bera leşker û Sitki Kurtoglû (Xebat Xelat) ku hatibû gotin PKK'yî ye, şerek çêbûbû. Piştî pêvçûnê di 2’yê adarê de li mezrayê 5 kes hatibûn binçavkirin. Piştî binçavkirinan derketibû holê ku Reşat Yildiz (50), Mehmet Samûr (61) û hevjina wî Adle Samûr (60) rastî îşkenceyê hatine. Piştrê jî Adle û hevjîne wê Mehmet Samûr bi hinceta "endamtiya rêxistinê" hatibûnn girtin. Îşkenceya li ser malbatê li girtîgehê jî berdewam kiribû. Adle Samûr li Girtîgeha Rihayê ya Hejmar 2’yan a Tipa T'yê û Mehmet Samûr jî li Girtîgeha Rihayê ya Hejmar 1'ê ya Tîpa T'yê rastî lêgerîna tazî hatibûn,    Zarokên wan Mizgîn û Farûk Samûr îşkenceya li dê û bavên wan hatiye kirin ji ajansa me re gotin.    ‘ÎŞKENCE LI DÊYA MIN KIRIN’   Mizgîn Samûrê bi lêv kir ku saet di 5’ê sibehê de polîs û lêşkeran avêtiye ser mala wan û ev tişt anîn ziman: “Piştî ku li derî xistin, min derî vekir. Bi vekirina derî re ketin hûndir û ji min re gotin dakeve erdê, bi deng re dêya min jî hat cem min. Polîs û leşkeran çekên xwe dirêjî me kirin. Ez, dêya min û dapîra min li malê bûn. Her tim heqaret li me dikirin û pirsa bavê min dikirin. Pişt re kamera derxistin û kaxizekê xwendin û gotin destûra me ya lêgerînê heye. Pişt re jî kamera girtin. Bi girtina kamerayê re mal ser û bin kirin. Pişt re jî dêya min birin odeyekê û derî girtin, qerîn û hawara dêya min dihat. Min bang li keyayê gund kir, lê qet li min nenêrî. Bi tîr û hesinê sobayê li dêya min xistin. Mil, dest û lingên wê tahl kirin. Îşkence li dêya min kirin.”   GEFA KUŞTINÊ LI WAN HATIYE XWARIN   Samûrê destnîşan kir ku di dema binçavkirinê de bi mirinê gef li dê û bavên wê hatiye xwarin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bavê min ne li mal bû, di nav zeviyê de bû. Dema bavê min birin, min ew dît. Pêlav di lingê wî de tune bû, berdilkê wî diriyabû, di nav toz û dûmanê de bû. Diyar bû ku ew bi erdê ve kaş kirine. Destê wî ji paş de girêdabûn. Nêzî 20 erebe hatibûn gund. Dozger, polîs, leşker, ekîbên pisporê bombeyan û tîmên lêkolîna cihê sûc hatibûn. Em ji malê derxistin û li mala me geriyan. Çek dirêjî min û dêya min kirin û bi kuştinê gef li me xwarin. Dêya min paşê ji min re got, devê wê girtine û jê re gotine, 'Em ê te bikujin.’ Her wiha bavê min jî birin ber dara hejîrê û çek spartin serê wî û jê re gotine ‘em ê te bikujin.’"   SÎXURTÎ LI WÊ FERZKIRINE   Samûrê got ku polîsê TEM’ê yê bi navê Eren sixurtî li wî ferz kiriye û wiha pê dê çû: “Her tim bi peyaman ez nerihet dikirim. Ji min re got, 'bibe sixurê me em jî alikariya te bikin.' Çend roj berê jî peyam ji min re şandin, min jî bertek nîşan da û got ez ê hejmara xwe biguherînim. Wan jî got, 'Tu çi bikî jî em dikarin te bibînin.' Di dema lêgerîne de jî dest dabûn ser komputer û telefona min. Di telefonê min de çend dosyeyên ku min qet ew nedîtibûn berênîşanî min dan û gotin, ‘Ji bo tu nekevî girtîgehê em ê van jêbibin lê heke em bixwazin em dikarin niha jî te bikin girtîgehê.’ Ji bo ez bibim sîxurê wan gotin, ‘Tu belgeya xwe ya xwendekariye ji me re bişîne em ê bûrsê ji te re derxin.'”   ‘KINCÊN WAN LE DERXISTINE’   Farûk Samûr ku piştî girtina dê û bavê xwe vegeriyayê Pirsûsê anî ziman ku wan ni dê û bavê xwe re hevdîtin kiriye û wiha got: “Di hevdîtina vekirî de dêya min ji me re got lêgerîna tazî li wan hatiye ferzkirin. Tevî ku qebûl nekiriye jî kincên wê hemû derxistine. Piştî lêgerînê jî jê re gotine 'em ê tê bibin qawîşa edliyan.' Dêya min jî qebûl nekiriye û gotiye 'min bibin qawîşa siyasiyan.' Her tim heqeret li wê kirine, dest û mile wê mor bûbû. Îşkenceya ku li dayika min hatiye kirin nayê qebûl kirin. Em qebûl nakin. Her wiha lêgerîna tazî li bavê min jî ferz kirine, bi zorê kincen bavê min jê kirine û jê re gotine 'biçe kawişa adliyan.' Piştî ku bavê min ev yek qebûl nekiriye rojekê di hucreyeke yekkesî de hatiye girtin û pişt re ew birine qawîşê. Gewriya bavê min hê mor bû. Şopên îşkenceyê yên di dema binçavkirine lê hebûn. Her wiha bavê min jî li hûndir rastî heqeretan hatiye.”   ‘EM Ê LI SER AXA XWE BIMIRIN’   Samûr di dawiya axaftina xwe de: “Roja ku ez hatim gund polîs hatibûn mala me, ji birayê min re gotine 'tu li vir çi dikî, bila vir vala bimîne.' Birayê min jî gotiye 'ev der mala bav û kalê min e. Em naxwazin dev ji axa xwe berdin.' Çend rojan drone li ser gund difirandin, zext li gundiyan dikirin. Niha çend roj in tune ne, lê dibe ku cardin werin. Dixwazin em dev ji axa xwe berdin, lê em dest ji axa xwe bernadin, em ê li ser axa xwe bimirin.”   MA / Mahmût Altintaş