Îtîraza li dijî biryara astengkirina malperên Xwebûn û Jinnews’ê hate redkirin 2023-03-10 15:28:47   AMED - Li dijî biryara astengkirina malperên înternetê yên Rojnameya Xwebûnê û Jinnews’ê îtîraz hat kirin. 5’emîn Dadgeriya Cezayên Silhê ya Enqereyê îtîraz red kir.    Çaremîn Dadgeha Cezayên Silhê ya Enqereyê biryara astengkirina malperên înternetê ya Rojnameya Xwebûnê û ajansa jinan Jinnews’ê dabû. Li dijî biryarê îtîraz hate kirin û ev îtîraz ji hêla 5’emîn Dadgeriya Cezayên Silhê ya Enqereyê ve hate redkirin.    Parêzer Resûl Temûr, Cîgirê Serokê Baroya Amedê Mehdî Ozdemîr, li ser navê Komeleya Lêkolînkirina Heqîqeta di Çapemenî û Hiqûqê de Ozlem Ender, Mîr Alî Koçer û wekîlê Google LLC’ê parêzer Gonenç Gurkaynak ji bo betalkirina biryara astengkirina malperan serî li 4’emîn Dadgeha Cezayên Silhê ya Enqereyê dabûn. Piştî îtîraza wan hate redkirin, îcar serî li 5’emîn Dadgeriya Cezayên Silhê ya Enqereyê dan. Lê belê ev îtîraza wan jî hate redkirin.    5’emîn Dadgeriya Cezayên Silhê ya Enqereyê hincet û sedemên di îtîrazê de hatine destnîşankirin di cih de nedît û hinceta biryara redkirinê ya 4’emîn Dadgeha Cezayên Silhê ya Enqereyê jî di cih de dît.