Daxwaznameyên hatin paşguhkirin bûn sedema mirina 72 kesan 2023-03-10 10:54:46   SEMSÛR - Di erdhejê de li bajarokê Balyanê 72 kesan jiyana xwe ji dest dan. Derket holê ku di erdheja Xarpêtê de xesar gihiştibû bi dehan avahiyan, welatiyan daxwazname nivîsandine lê Midûriyeta Bajar a Hawirdor, Bajarvanî û Guherîna Avhewayê ev daxwazname red kirine.    Li bajarokê Balyan ê Semsûrê 700 kes dijîn û di encama erdhejên Mereşê de 72 kesan jiyana xwe ji dest dan. 2 tax û 4 gundên bajarokê hene. Ji 280 avahiyên bajarokê de 260 jê di erdhejan de hilweşiyan. Di erdhejê de herî zêde jî Taxa Karaçali bibandor bû. Ji 79 avahiyên taxê 75 jê hilweşiyan û 42 kesan jiyana xwe ji dest dan. Li Taxa Navendê jî 7 kesan jiyana xwe ji dest dan.    Derket holê ku di erdheja 24’ê çileya 2020’an a Xarpêtê de xesareke mezin gihiştibû gelek avahiyên navçeyê. Hat zanîn ku di erdheja Xarpêtê de dîwarên hinek malan hilweşiyan, dîwarên gelek malan derizîn û şêniyên bajarokê ji ber vê yekê bo Midûriyeta Bajar a Hawirdor, Bajarvanî û Guherîna Avhewayê daxwazname nivîsandine. Lê belê ev daxwazname bi hinceta “Li derveyî qada erdhejê ye” hatin redkirin.    131 DAXWAZNAME HATIN PAŞGUHKIRIN   Şaredarê Bajarokê Balyanê Abuzer Aydin da zanîn ku piştî erdheja Xarpêtê xesar gihiştibû gelek avahiyên li bajarokê û wiha got: “Welatiyan ji bo tespîtkirina xesarê daxwazname nivîsandin. Her wiha 91 daxwazname jî bo şaredariyê hatin şandin. Me jî ev daxwazname ji Midûriyeta Bajar a Hawirdor, Bajarvanî û Guherîna Avhewayê. Rayedarên midûriyeta bajar hatin şaredariyê û lêkolîn kirin. Lê gotin ku di çarçoveya erdhejê de lêkolînê nakin. Di wê pêvajoyê de navçeyên Sincik, Aldûş û Çêlikan ên Semsûrê xistibûn çarçoveya erdhejê. Bajarokê me girêdayî navçeyê navendî ye lewma paşguh kirin. 91 welatiyan daxwazname dan şaredariyê. 30-40 welatiyan bi xwe serî li Midûriyeta Bajar a Hawirdor, Bajarvanî û Guherîna Avhewayê dan. Heke wê demê tevdîr bihatina girtin, dê ev qas kesan jiyana xwe ji dest nedabûna.”    TEVDÎR NEHATIN GIRTIN   Di erdhejê de herî zêde Taxa Karaçaliyê hilweşiya. Ji 79 malên taxê 75 jê hilweşiyan. Her wiha 42 kesan jiyana xwe ji des dan. Di dema erdheja Xarpêtê bi dehan kesan bo AFAD’ê daxwazname nivîsandin. Keyayê taxê Yilmaz Bozdemîr têkildarî mijarê axivî û ev agahî parve kirin: “Di wê derhejê de xesar gihişt mala min jî. Me tevî hemwelatiyên xesar gihiştiye malên wan, bo AFAD’ê daxwazname şandin. Rayedarên AFAD’ê gotin ku taxa me li derveyî herêma erdhejê ye. Di vê erdhejê de mala min jî herifî. Min bi zor û zehmet xwe ji bin kavilan xelas kir. Çavên hevjîna min kor bûn. Birayê min, xwîşka min û 3 biraziyên min jî di nav de bi giştî 42 kesan jiyana xwe ji dest dan. Heke wê demê guh nedan gotinên me. Heke wê demê tevdîr bihatina girtin dê ewqas kes nemiribûna.”    JI KESÊN SERLÊDAN KIRIBÛN NÎVÎ JÊ MIRIN    Keyayê Taxa Navendî ya Balyanê Azîz Kartal jî got ku di erdhejê de li taxa wan 7 kesan jiyana xwe ji dest dane. Kartal, da zanîn ku piştî erdheja Xarpêtê, ji bo şêniyên taxê Mehmet Alî Soyoglu û Abuzer Ermutlu daxwazname dane û ev tişt anî ziman: “Wê demê mala me hilweşiya. Rexeka malan bi temamî hilweşiyan. Me jî ji ber vê yekê ji AFAD’ê re daxwazname şandin. Min du daxwazname birin. Lê hatin redkirin. Em hatin paşguhkirin. Mehmet Alî Soyoglû di erdhejê de mir û Abuzer Ermutlu jî pişta wî şikest.”    MA / Omer Akin