'Dixwazin demografiya bajaran biguherînin' 2023-03-10 09:05:32   ÎZMÎR - Dewletê alîkariya bajarên ku kurd, elewî û ereb lê dijîn nekirin. Nivîskar Huseyîn Ozan vê yekê, wekî 'bi zanebûnî guheradina pergala demografiyê' şîrove kir û got ku erdhej ji bo polîtîkayên dewletê yê ku sed sal in tên pêkanîn veguheriye "firsendekê".    Erdhejên Mereşê li 11 bajaran bûn sedema rûxandineke mezin û mirina bi hezaran mirovan. Dewlet piştî erdhejê bi rojan alîkariya van nekir û ev yek bû sedema mirina bi hezaran mirovan. Mehek di ser erdhejê re derbas bûye, lê hê jî li hin bajaran pirsgirêkên mezin hene û mirov ji ber neçareserkirina pirsgirêka hêwirandin, di konên serobero de dimînin an jî koçî bajarine din dikin.    Ev yek ji aliyê gelên herêmê ve wekî polîtîkayeke bi zanebûnî tê nirxandin û nirxandinên der barê pergala demografiyê ya herêmên erdhejê de jî vê yekê piştrast dike. Mereş, Semsûr û Dîlok bajarên kurd û elewiyan e û Hatay jî bajarê erebên elewî ye. Li van herêman ji berê de polîtîkayên komkujî û bişavtinê di dewrê de ne, lê bi erdhejê re ev yek zelaltir bûye. Ji lew re desthilat piştî erdhejê çend rojan bi hawariya van bajaran de neçû.   DESTHILATÊN YEKTÎPÎ   Têkildarî xetereya guherandina demografiya bajaran a piştî erdhejê em bi nivîskar Huseyîn Ozan re axivîn. Ozan bilêv kir ku erdnîgariyên Anatolya û Mezopotamyayê bi hezaran salan malovanoya gelek gelakn kirine, lê li van xakan feraseteke tekparêz a faşîst xwe kiriye desthilatdar. Ozan destnîşan kir ku ev fikir ne ya gelê tirk ne jî ya gelên din ên van xakan e û got: "Ev ferzkirineke bîrdozî ya klîkeke serdest û emperyalîst bû. Piştî van erdhejan nemudaxilekirina li van bajaran, fikarên wekî ji ber ku ev der elewî û kurd in afirandine. Polîtîkayên bi sedan salan, bûne sedema van fikaran . Em wisa difikirin ku bi zanebûnî alîkarî nehatiye kirin û armanc ew e ku bi vê karesatê re demografiya herêmê bê guherandin."    POLÎTÎKAYA KOÇBERKIRIN   Ozan da zanîn ku der barê van bajaran d eku bandor ji erdhejê girtine bi dehan salan hin plan hene û got: "Elbistan û Bazarcix ji berê de gelek caran rastî qirkirinan hatine. Bi taybetî di dema komkujiyên Mereşê de gelek kes hatin koçberkirin. Paşê jî xwestin bi bicihkirina penaberên sûriyeyî demografiya vir biguherînin. Yanî armanc dikirin mudaxileyî demografiya van bajaran bikin. Çendî bişavtinê texrîbaeke mezin anî serê elewiyan jî, lê li herêma Semsûrê hê jî çanda kevneşopiyî dewam dikir. Herêma Hatayê jî cihê erebên elewî bû. Di qanûnên îskanê yên dewletê de, hin xal hene ku hin komên biçûk ên ne tirk li hin deverên welêt bên belavkirin. Di 50 salên dawî de jî koçberiyeke ber bi derî welêt tê ferzkirin. Em dibînin ku tê xwestin gel û çandên qedîm ên li van deran piştî vê karesatê bên tasfiyekirin."    Ozan diyar kir ku ji bo afirandina civakeke homojen gel tim tên koçberkirin û got ku tê xwestin ku nasnameya van gelan ji holê bê rakirin.    POLÎTÎKAYA DEWLETÊ   Ozan ku got "ev talûkeyeke pir cidî ye", anî ziman ku di dema şer de jî dîmeneke wiha dernakeve holê. Ozan ragihand ku di raporên der barê kurdan de gotine "nirxandina zelzeleyê" derbas dibe û got: "Berê jî gelek caran nirxandin. Di dema erdhejên Gimgim û Eriznganê de jî heman tişt çêbûn. Mesela ji Behrareş gelek kes li gundên kurdên elewî yên Erzinganê hatin bicihkirin. Jixwe di pêvajoya şewitandina 94 gundan de jî bi milyonan kes ji herêmên erdhejê hatin koçberkirin. Polîtîkaya guherandina demografîk, ji zû de bi awayekî sîstematîk tê pêkanîn. Mixabin gava em bi awayekî mirovî û wijdanî bifikirin, aqilê mirov nagire. Lê ev, van tiştan dikin. Hemû derfetên xwe bi kar tînin û vê guherandinê dikin."    JINÛVEAVAKIRIN   Ozan destnîşan kir ku gel divê li dijî vê talûkeyê yekîtiya xwe ya cicakî biparêze û got ku divê bi pêşengiya şoreşger, demokrat û welatparêzan hemû kesên xwedî wijdan seferber bibin û bal kişand ser jinûveavakirinê.   MA / Tolga Guney