Midurê girtîgehê: Îşkenceya li dijî girtiyan li gorî mewzûatê ye 2023-03-09 16:19:24   STENBOL - Parêzeran diyar kir ku Hasbî Aydemîr û Ramazan Benîce li girtîgehê îşkence dîtine, bi kuştinê gef li wan hatiye xwarin û anîn ziman ku midurê girtîgehê jî ev îşkence “li gorî mewzûatê” dîtiye.    Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) ya Stenbolê, Komeleya Civaka Sivîl a di Pergala Înfaza Ceza de (CÎSST) û Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê, têkildarî Hasbî Aydemîr û Ramazan Benîce yên li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2’yan a Kandirayê îşkence lê hatin kirin li ÎHD’ê civîna çapemeniyê li dar xistin.    Parêzer Zeynep Ceren Boztoprak diyar kir ku wê bihistiye ku di 6’ê sibatê de îşkence li muwekîlê wê Aydemîr hatiye kirin û ji bo rewşê hîn bibe bi malbat û girtîgehê re hevdîtin kirine û anî ziman ku her wiha hîn bûne ku îşkence li Benîce jî hatiye kirin.     ÎŞKENCE LI DU GIRTIYAN HATE KIRIN    Boztoprak a têkildarî îşkenceyê agahî parve kirin wiha got: “Peywîrdarê pirtûxaneyê yê girtîgehê ji Benîce re dipirse ku bergeyeke pirtûkekê guhertiye. Benîce dibêje ku tiştekî wisa nekiriye. Gardiyanekî din jî tev li vê nîqaşê dibe. Pişt re jî gardiyan li Benîce qîr dike. Dû re komeke ku li girtîgehê xwe weke ‘Tîma A’ bi nav dikin tên û destên Benîce û Aydemîr bi paş ve girê didin. Dev û difina wan digirin û her du girtiyan bi vî awayî bi erdî re kaş dikin. Aydemîr di vê kêliyê de dike ku bifetise. Muwekîlê min got ‘heke çend saniyeyên din min bêhn nestengibûya ez da bimirim’. Her wiha Benîce jî dîtiye ku renge Aydemîr hatiye guhertin.”   GEFÊN MIRINÊ    Boztoprak, bi lev kir ku her du girtî cuda cuda xistine odeyên bisunger, heta goreyên wan hatine derxistin, bi awayekî nîv tazî li van odeyan bi saetan hatine ragirtin û anî ziman ku pişt re kesê serê koma gardiyanên ku xwe weke “Tîma A” bi nav dikin bi gotinên “Em ji Sîlîvriyê hatin. Gelek girtiyên ku me kuştine hene” gefa kuştinê li wan dixwe. Boztoprak, wiha berdewam kir: “Bi gotinên ‘Em ê we jî bikujin. Em ê we hemûyan bikujin’ gef xwarine û xeberên giran jê re gotine. Pişt re jî girtî di odeyên sünger de destên wan bi paş ve bi kelemçe kirî hatine sekinandin.”   DÊ GILÎ BIKIN    Boztoprak, da zanîn ku rêveberiya girtîgehê li dijî her du girtiyên ku îşkence li wan hatiye kirin lêpirsîna dîsîplînê vekiriye û lêpirsîn veguhestiye Hakimtiya Înfazê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Odeya bisunger bi xwe îşkence ye. Tevî ku Wezareta Dadê vê qebûl nake û dibêje cihê xwe di mewzûatê de heye jî, ev yek îşkence ye. Wan bi xwe îşkence kirine û pişt re avêtine odeya bisunger. Bi awayekî vekirî êrîş kirine. Hewl dane bikujin. Me daxwaznameya xwe ya gilîkirinê amade kir û em ê serlêdanê bikin.”   ‘DEWLET BERPIRSYAR E’   Boztoprak, destnîşan kir ku ji ewlehiya can a girtiyan Wezareta Dadê, Miduriyeta Giştî ya Girtîgehan û îdareya girtîgehê berpirsyar e û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ji ewlehiya can a girtiyan kurtasî dewlet berpirsyar e. Ji ber berpirsyariya ewlehiya canên Aydemîr û Benîce dewlet berpirsyar e.”   MIDUR: ÎŞKENCE NÎNE LI GORÎ MEWZÛATÊ YE   Endama OHD’ê Elîf Taşdogen, diyar kir ku têkildarî îşkenceyê daxwaza bi lez kirine ku bi îdareya girtîgehê re hevdîtinê pêk bînin lê îdareyê gotiye ‘karên wan hene’ û nexwestine hevdîtinê bikin. Taşdogen, anî ziman ku li ser daxwaza wan a bi israr bi midurê girtîgehê re hevdîtin kirine û bi lêv kir ku midur ev tiştên qewimîne qebûl kirine lê weke îşkence nedîtine. Taşdogen, diyar kir ku midur îşkence li gorî mewzûatê dîtiye û îşkence meşru nîşandaye û wiha got: “Tişta hatiye kirin îşkence ye.”