Cenazeyê Hevserokê HDP’a Bazarcixê Îper hate veşartin 2023-03-09 15:00:00   MEREŞ - Cenazeyê Hevserokê HDP’a Bazarcixê Erdal Îper ku di encama krîza dil de jiyana xwe ji dest da, bi merasîmeke girseyî hate veşartin.    Hevserokê Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Bazarcixê Erdal Îper ê li Mereşê krîza dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da, li mezraya Torolar a girêdayî gundê Kîzîrlî yê navçeya Bazarcixê hate veşartin. Ji bilî parlamenterên HDP’ê gelek kes tev li merasîma cenaze bûn.    Cenazeyê Îper ê tevî ku mexdûrê erdhejê bû û ji roja destpêkê ve li navenda koordînasyonê ya li navçeya Bazarcixê bi pêşengiya HDP'ê hat avakirin bê navber dixebitî, di encama krîza dil a 8'ê Adarê de jiyana xwe ji dest da, danê nîvro ji Nexweşxaneya Dewletê ya Bazarcixê hat wergirtin û bi konvoyekê anîn Torolarê. Cenazeyê Îper ê ji wesayîta cenaze hate wergirtin, piştî birin mala wî wecîbeyên olî hatin bicihanîn.    Parlamenterê HDP’ê Zeynel Ozen ê li vir axivî wiha got: “Canê me yê hêja ji destpêka erdhejê ve bênavber xebitî, belkû qet neraza. Keda wî li ser me hemûyan e. Ji roja ewil heta dawiyê di maseya me ya krîzê de bi awayekî çalak xebitî. Destê xwe gihand mirovan, TIR vala kirin. Xwe gihand gundên alîkarî negihiştiyê. Canê me Erdal ev eziyet ji me ji bo gelê xwe kişand. Ji ber wê em dibêjin Erdal can tu heqê xwe li me helal bike. Em heqê xwe helal dikin. Bila di nav ronahiyê de be.”   ZÊMARÊN ‘NEÇE ERDAL’    Pişt re ji bo malbatê darbesta wî hate vekirin. Di nav zemarên malbatê yên “neçe Erdal” cenazeyê Îper hate veşartin. Pişt re Hevserokê HDP’a Mereşê Fahrî Demîroglû yê axaftineke kurt kir wiha got: “Em weke malbata HDP’ê xemgînin. Em ji bo fedakarî, biryardarî û gavên wî yên bi hêvî spasiyên xwe pêşkeşî wî dikin. Ez we vedixwînim ku di kesayeta heval Erdal de ji bo canên me windakirî deqîqeyekê rêzê bigirin.” Malbata Erdal a di dema rêzgirtinê de zêmar lorandin bang kir ku “Erdal bi îşareta serkeftinê rê bikin”. Li ser vê yekê kesên beşdarî merasîma cenaze bûn Erdal Îper bi îşareta serkeftinê bi rê kirin.    Dayika Îper bi gotinên “Ez ê bi tu deran ve neçim, ez ê li cem Erdalê xwe bim. Tu çima çûyî Erdal çima” zêmar lorandin. Hevjîna Îper Gîzem Îper jî kêliyekî jî pêlava hevjînê xwe ji destê xwe nexist û di nava hêsirên çavan de hevjînê xwe oxir kir. Piştî ku cenazeye Îper ê bi flamayên HDP’ê hate veşartin, kesên tev li merasîma cenaze bûn ji malbatê re sersaxî xwest. Şîn li mala malbatê ya li Torolarê tê qebûlkirin.