Şaredariya Rezanê dixwaze avahiyên xelkê hilweşîne 2023-03-09 14:20:13   AMED - Xwediyê xaniyan bertek nîşanî şaredariya Rezanê da ku avahiyên hê pêvajoya îtîraza wan didome hilweşînin da û gotin: “Bila kesên pispor bên lêkolîn bikin.”    Li taxa 5 Nîsanê ya navçeya Rezanê ya Amedê derbarê avahiyên bi navê Şenel-3 û Hîcaz ên 7 qatî de biryara hilweşandinê hat dayîn. Avahiya Yoldaş a hilweşiyabû jî li cem van her du avahiyan bû. Rûniştvanên avahiyan diyar dikin ku xesar negihîştiye xaniyên wan.    Midûriyeta Bajêr a Wezareta Hawirdor, Bajarvanî û Guhertina Avhewayê û Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hê derbarê van her du avahiyan de biryara hilweşandinê nedane. Lê Şaredariya Rezanê ya di bin rêveberiya AKP’ê de biryar daye ku avahiyan hilweşîne û ekîbên hilweşandinê arasteyî ber avahiyan kiriye ku hilweşînin. Rûniştvanên avahiyan nerazîbûn nîşanî ekîbên hilweşandinê dan.    Rûniştivanên avahiyan Huseyîn Selçûk û Şehmûz Koçosman nerazîbûn nîşanî biryara hilweşandina avahiyan dan û diyar kirin ku ekîbên pispor nehatine lêkolînkirina avahiyan û gotin: “Em dixwazin kesên pispor werin avahiyên me lêkolîn bikin.”