MKGP û DFG: Çima îdianameya hevalên me nayê amade kirin? 2023-03-09 14:19:34   AMED - MKGP’ê û DFG’ê ji bo neamade kirina îdîanameya 16 rojnamegeran daxuyanî da û wiha gotin: “Dozger diyar kir ku ji ber erdheja ku meheke li dû xwe hiştiye dokumanên dîjîtal negihaştiye ber destên wan û ev yek jî bi dîtina xisarê ya miduriyeta polîsan ve gire da. Em jî vê yekê dipirsin û dibêjin we 8 mehên berî erdhejê çi kir, we çima amade nekir?”   Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKGP) û Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) ji bo 16 rojnamegerên ku ev 9 meh in îdianameya wan nehatine amade kirin li ber deriyê Edliyeya Amedê daxuyaniyek dan. Di daxuyaniyê dê pankarta “Çapemeniya Azad nayê bêdengkirin” hat vekirin û wêneyên rojnamegerên girtî hatin hilgirtin. Di daxuyaniyê de Hevseroka DFG’ê Dîcle Muftuoglû, malbatên rojnamegerên girtî, parlamentera Partiya Demokratîk a Amedê (HDP) Remziye Tosûn, Hevserokên HDP’a Amedê Gulistan Atasoy û Zeyad Ceylan û gelek hempîşeyên rojnamegeran amade bûn.    Daxuyaniya tirkî ji hêla Sekreterê Giştî yê DFG’ê Cûma Daş, ya kurdî jî, ji hêla Berdevka MKGP’ê Roza Metînayê ve hat xwendin.    Metînayê di daxuyaniyê de wiha got: “Di 8’ê Hezîranê de li Amedê jê 20 rojnameger 22 kes hatin binçavkirin û li Muduriyeta Polîsan a Amedê hatin girtin. Di çarçoveya operasyonê de lêgerîn hem li malên hevalên me hem jî li şîrketên JINNEWS, Pel, Piya û Ari cihên hevalên lê dixebitîn lêgerîn hat kirin. Polîsan dest xistin ser ekîpmanên xebatê yên wekî kompîtur, kamera, wênekêş, mikrofon, arşîvên rojnameyan, wêneyên şehîdên çapemeniya azad. Polîsan ev wêne wekî delîlên sûc parve kirin û di bin navê lêgerînê de mehekê saziyên çapemeniyê dagir kirin. Her wiha bûn asteng ku hempîşeyên me karê xwe bikin.    EV OPERAYONEK SIYASÎ YE   Polîsan ji hevalên me yên ku bi awayekî nehiqûqî 8 rojan di bin çavan de man tenê pirsa nûçe û bernameyên wan kirine. Ev operasyoneke siyasî ye. Bi vê operasyonê Midura JINNEWS’ê Safiye Alagaş, Hevserokê Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê Serdar Altan, Midurê Karê Nivîsê yê Xwebûnê Mehmet Ali Ertaş, Edîtorê Ajansa Mezopotamyayê Azîz Oruç, Rojnameger Omer Çelik, Zeynel Abidin Bulut, Mazlum Dogan Guler, Îbrahim Koyuncu, Neşe Toprak, Elif Ungur, Abdurrahman Oncu, Suat Doguhan, Remziye Temel, Ramazan Geciken, Lezgin Akdeniz û Mehmet Şahin bi iddiaya “endamtiya rêxistinê” hatin girtin.   WE DI 8 MEHAN DE ÇIKIR   9 meh ji ser girtina 16 hevalên me yên rojnameger re derbas bû. Li wir îddianameyeke hatiye amadekirin tune ye. Pêvajoya girtinê veguheriye îşkence û infaza bê daraz. Dozgerê dosyayê ku divê vê îşkenceyê ji holê rake ji bo vê girtina neheq li mana û li tûrikekî digere. Em ji dozgerê ku dibêje ‘okumanên dîjîtal pir zêde ne’ vê pirsê dikin: ‘Gelo ne zêde ye ku ev rojnameger ewqas roj in girtî ne?’ Medyaya alîgir jî dema hevalên me di bin çavan de bûn diyar kiribû ku dokumanên bernameya 80 saetî hatine lêkolînkirin û li vir îddia kirin ku têkiliyeke rêxistinî hatiye danîn. Diyar e ku dozgerê ji wan dokumanên bernameya 80 saetî ‘endamtiya rêxistinê’ dernexistiye vê carê bi dû lêkolîna dokumanên dîjîtal ên cuda ketine. Dozger diyar kir ku ji ber erdheja ku ev meheke li dû xwe hiştiye dokumanên dîjîtal negihaştiye ber destên wan û ev yek jî bi dîtina xisarê ya miduriyeta polîsan ve gire da. Em jî vê  yekê dipirsin û dibêjin we 8 mehên berî erdhejê çi kir, we çima amade nekir?   HEMPÎŞEYÊN ME BERDIN   Ev helwesta dozgerê dosyayê jî nîşan dide ku îddianameyê ne dozger polîs amade dike. Dewsa Serdozgeriya Komarê ya Amedê mudaxaleyî vê rewşê bike xwe li dû hinceta ‘Dokumanên dîjîtal pir zêde ne’ vedişêre. Dev ji vê yekê berdin; Madem hûn dibêjin ev lêpirsîneke berfireh e wê demê hûn çima dozgerê vê lêpirsînê ji dosyayên din muaf nakin? Madem hûn dibêjin ‘Dokumanên dîjîtal pir zêde ne’ wê demê hempîşeyên me berdin û wiha îddianameyê amade bikin. Kanî darizandina girtî îstisna, darizandina serbest esas bû?   ROJNAMEGERÎ NIKARE BÊ DARIZANDIN   Girtina 16 rojnamegeran a li girtîgehê veguheriye cezakirinê. Em vê rewşê ji desthilata siyasî ya di serdemeke em ber bi hilbijartinê ve diçin de, bû kavil û bi ser gel de hat, nikarin cuda bigirin dest. Em bang li dozger û dadgeran dikin: Dev ji tevgera bi talimata desthilata ku îro heye lê sibehê tune ye, berdin. Ji vê şaşîtiyê vegerin, dev ji sepanên neheq û bêhiqûqî berdin. Ji ber rojnameger di bin sîwana desthilatê de weşana xwe nakin, wan nedarizînin. 16 hevalên me demildest berdin û îddianameya wan amade bikin.    Wê astengî, girtin, lêpirsîn û doz nikaribin pênûsa heqîqetê bitewînin. Rojnamegerî nikare bê darizandin.”   Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeya “Çapemeniya Azad nayê bêdengkirin” bi dawî bû.