Rapora Freedom House: Di 2023'yan de pêwîstî pê heye li Tirkiyeyê lêkolîn bê kirin 2023-03-09 13:55:18   NAVENDA NÛÇEYAN - Freedom House rapora xwe ya “Di Têkoşîna Demokrasiyê de Sala 50’emîn” weşand û Tirkiyeyê di kategoriya “welatê ne azad de” nirxand û divê îsal li Tirkiyeyê lêkolîn bên kirin.    Freedom House ya saziya ramanê ku li Washingtonê ye, rapora xwe ya bi sernavê “Di Têkoşîna Demokrasiyê de Sala 50’emîn” weşand. Saziyê di raporê de bal kişand ser hilbijartina li Tirkiyeyê ku dê îsal pêk were. Rapor seranserî sala 2022’yan li 195 welatan û li 15 herêman azadî hat nirxandin û bi vî awayî rapor hat amadekirin. Welatên lêkolîna lê hatiye kirin, di kategoriyên “azad”, “hinek azad” û “welatê ne azad” de hatiye dabeşkirin. Di raporê de hat diyarkirin ku di 17 salên dawî de li tevahiya cîhanê azadî kêm bûye û û ji 195 welatan 84 welat di kategoriya “azad”, 54 welat di kategoriya “hinek azad” û 57 welat jî di kategoriya “ne azad” de cih digirin.    WELATÊ NE AZAD    Di raporê de rewşa Tirkiyeyê bi berfirehî hatiye nirxandin û Tirkiye di kategoriya “welatên ne azad” de hatiye nirxandin û balê dikişîne ser binpêkirinên mafên siyasî û azadiya sivîl. Di raporê de tê destnîşankirin ku Serokkomar Tayyîp Erdogan û AKP dixwaze demokrasiye û hevsengiya demokrasiya li Tirkiyeyê ji holê rake û rikberên siyasî tasfiye bike. Di raporê de hat gotin Tirkiye ji sala 2018’an ve di kategoriya “welatê ne azad” de cih digire.   HILBIJIRTINA LI TIRKIYEYÊ    Di raporê de hat destnîşankirin ku Tirkiye îsal xwe ji bo hilbijartineke girîng amade dike, di raporê de hat destnîşankirin ku bi guhertinên sala borî yên di qanûna hilbijartinê de hat kirin, hikûmet biryardariya dadwerên ku dê îtîrazên li ser encamên hilbijartinê binirxînin kontrol bike. Her wiha di raporê de hat nirxandin ku kampanyayên muxalefetê û çapemeniya serbixwe bi "qanûna dezenformasyonê" ya ku par ket meriyetê dibe ku zêdetir rastî zextan bên. Ji ber van geşedanan di sala 2022’yan de Tirkiye ket lîsteya welatên ku divê di sala 2023’yan de bên lêkolînkirin.   AZADIYA ÇAPEMENIYÊ DI BIN GEFÊ DE YE    Li gorî raporê, azadiya çapemeniyê û ragihandinê ji sala 2005’an û vir ve her tim di bin gefê de ye. Di sala 2022’yan de medyaya azad û serbixwe li 157 welatan rastî gefên wek darizandina rojnamevanan, tundiya li dijî rojnamevanan, qanûnên sînordarkirina serxwebûna medyayê, sansûr û astengkirina rêxistinên rexnegir hatin. Li 109 welatan rayedaran ji bo azadiya derbirînê ya welatiyan sînordar bikin gav avêtin.   Di raporê de bal hat kişandin ser girîngiya hevgirtin û piştevaniya navneteweyî, di raporê de hat destnîşankirin ku divê welatên demokratîk zextê li rejîmên otorîter bikin.