Gundê terkkirî, mala belavbûyî, qesra hilweşiyayî! 2023-03-09 11:25:06   MELETÎ / MEREŞ - Vaîz Aladag ê piştî erdhejê kurekî wî koçî Stenbolê yekî koçî Çorlûyê, yekî koçî Edîrneyê, yekî jî koçî Samsûnê kir, ji xwe re xaniyekî digere. Li gundê Ozbek ê Elbistanê ku ji 50 xaniyan pêk tê û 100 kîlometreyan wêdetir e ev rêzên Adnan Yucel balê dikişînin: “Qesr û seltenat hildiweşin.”   Li Meletiyê Vaîz Aladag ê 90 salî roja erdhejê bi gotinên “Baran dibarî, hewa sar bû, kes tune bû, zarok direcifîn” vedibêje û li aliyê din jî çavên wî tejî hesir dibûn. Mirov li ba ciwanên di temenê zarokên xwe de qet digirî. Li vê axê weke “bav nagirîn” hînî wî hatiye kirin. Lê ew digirî û xwîn digirî. Her dilopa rondikên ku bi bêdengî di hundirê xwe de rijand, barekî giran li ser dîroka mirovahiyê hişt. Aladag ji dîroka ku wê bi şerm were nivîsandin re ev gotin digotin: “Xanî nînin kon nînin. Yek ji kurên min çû Stenbolê yek çû Çorlûyê yek çû Edîrneyê yek çû Samsûnê. Çi bikin?” Ne tenê Aladag e ku xanî, kon kar nabîne, li gund û navçeyên Hatay, Dîlok, Mereş, Meletî û Semsûrê gelek malbat belavbûne.    GUNDÊ TERKKIRÎ Û KONAXA KILÎLKIRÎ!   Gundê Ozbek ku 20 kîlometre dûrî navçeya Elbîstan a Mereşê yê 50 xanî lê hene, gundekî bi temamî hatiye valakirin e. Li gundê ku avahiyên saxlem lê hene, malên pereyekî zêde lê hatiye xerckirin, bi binesaziyê, sere saziyê pirsgirêka wî ya veguhestinê nîne û heta parka zarokan jî lê heye kes nemaye. Her wiha çêregeheke wê ya berfireh heye û derdora wê dar hatine danîn û deriyê “Qonaxa Gund û Mala Şînê” hatiye kilîlkirin. Gundê ku mirovek bi tenê jî lê nîne, xwedî çêrgeheke mezin e, xaniyên bi sîstema enerjiya rojê hene û kanalizasyona wî heye. Me nezanî gundê ku carnan dengê çûkan jê dihat kengî hatiye valakirin lê hin nişane hene ku beriya erdhejê hin kes lê dijîn. Li gundê Ozbek ku bi darên xwe yên fêkî û çêrgehên xwe yên mezin ên ji bo çandiniyê guncaw e, yekane zindî çûk in.   ‘QESR Û SELTENAT HILDIWEŞIN’   Ji kevirê gorê tê fêmkirin ku di 31’ê tîrmeha 2013’an de herî dawî şêniyê gund ê bi navê Dogan Aslan hatiye veşartin. Helbesta li ser kevirê gora Sakîne Tolû hatiye nivîsandin ku em hîn di bin di nav Tevgera TKP-ML’yê de cih girtî ye, tevî bêdengiyê jî hêviyê mezin dikin:    “Rojekê qesr û seltanat dê hilweşin  wê xwîn bisekine Zilm biqede.  Binevş wê vebin Lîlek wê bikenin. Ji van rojan kesên ber bi sibê ve diçin  Û kesên ji bo sibê li ber xwe didin dê bimînin…”   Rêzên Adnan Yucel, ‘şahidê qesra’ ku îro hildiweşe ne!   MA / Sedat Yilmaz