4 zarokên wî di bin kavilan de mirin: Em ê çawa heqê xwe helal bikin? 2023-03-09 09:01:48   SEMSÛR - Abûzer Kuçukboga ku di erdhejê de 4 zarokên wî jiyana xwe ji dest dane, bertek nîşanî 10 hezra TL alîkariyê da û wiha got: "Piştî erdhejê bi 10-11 rojan hatin û pirsa 'hûn çawanin?' ji me kirin. Bila zarokên min ji min re bînin, ez ê 300-500 hezar TL'an bidim wan. Gelo em ê çawa heqê xwe li wan helal bikin?"    Li Semsûrê ku ji ber erdhejê serobino bûye, li gundan welatî xwe bi xwe birînên xwe dicebirînin. Li bajaroka Balyanê ku 18 kîlometreyan dûrî bajêr e û nifûsa wê hezar û 700 e, 260 avahî hilweşiyane. Li 6 taxên bajarokê 72 kesan jiyana xwe ji dest daye.    Abûzer Kuçukboga (49) ku di erdhejê de 4 zarokên wî jiyana xwe ji dest dane, diyar kir ku şeva erdhejê ew û hevjîna xwe û zarokên xwe bi hejandinê re şiyar bûne û wiha behsa wê kêliyê kir: "Zûzûka şiyar bûm û min hevjîna xwe jî şiyar kir. Min hewl da biçim zarokan wergirim, lê odeya ez tê de bûm deriyê wê venebû û xanî ji nişka ve hilweşiya. Gava min hewl da biçim odeya zarokan dîwar bi ser min de hat xwarê û nîviyê bedena min di bin kavilan de ma. Hevjîna min jî ket qata binî. Kurê min Mehmet (6), keça min Ayşe (4) û kurên min Yûsûf (2) û Emîr (1) di bin kavilan de jiyana xwe ji dest dan. Kes tunebû alîkariya me bike. Ji lew re xaniyê her kesî hilweşiyabû û malbatên wan di bin kavilan de bûn."    BI DERFETÊN XWE JI BIN KAVILAN DERKETIYE   Kuçukboga diyar kir ku kesên ji bin kavilan xelas bûne hewl dane kesên din xelas bikin û got ku piştî saetekê bi derfetên xwe ji bin kavilan derketiye. Kuçukboga wiha domand: "Baran zêde dibariya û berf jî bi ser de. Mirov nikaribûn li derve bimînin. Min hewl da zarokên xwe derxim, lê ji ber ku xanî bi tevahî hilweşiyabû min nikaribû tiştekî bikim. 2 roj şûnde, tîmên Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrsînê zarokên min derxist. Ne AFAD ne jî Heyva Sor nehatin. Tu rayedarekî dewletê nehat. Piştî erdhejê bi 10-11 rojan hatin û pirsa 'hûn çawanin?' ji me kirin. Piştî çend rojan li halê mirovên di bin kavilan de pirsîn."    DERDÊ WAN QOLTIX E   Bi domdarî Kuçukboga bilêv kir ku berpirsek jê jî Waliyê Semsûrê ye û wiha pê de çû: "Gava erdhej çêbû, derket got 'Semsûr baş e.' Paşê jî radibin dibêjin 'heqê xwe li me helal bikin.' Em ê çawa heqê xwe li we helal bikin? Hatay, Mereş û Meletî, em hemû yek in. Lê li vir mafê mirovan tune ye. Ger hebûna, dê ne 4 roj şûn de, dê roja ewil bihatana. Piraniya mirovan di bin kavilan de man. Ji bin kavilan qîrîna mirovan dihat. Li benda xelaskirinê bûn, lê ji ber ku kes nehat mirin. Helal û heramî heye. Ma kesê heramiyê bike, çawa doza helaliyê dike. Li du cînaran bifikirin. xaniyekî yekî ji wan hildiweşe, lê cîranê din alîkariyê nake. Paşê tê doza helaliyê dike. Ma em ê çawa heqê xwe helal bikin? Ez bixwazim jî, helal nabe. Tekane derdê wan qoltixên wan in."    KURD ÊDÎ DIVÊ BIBIN YEK   Di berdewamê de Kuçukboga malavayiya kurdan kir ji ber alîkariyê û ev tişt anî ziman: "Xwedê ji kurdan razî be. Wan alîkarî şand. Alîkarî ji Riha, Amed, Çewlig û Sêrtê hat. Ji ber ku ev der şaredariya CHP'ê ye ji Îzmîr, Stenbol û Mêrsînê jî alîkarî hat. Kurd êdî divê bibibin yek. Em ji ber ku kurd in, dimirin. Êdî divê em bi yek bin."    EM EDALETÊ DIXWAZIN   Kuçukboga bibîr xist ku Serokkomarê AKP'î Tayyîp Erdogan di rojên ewil ên erdhejê de gotiye dê 10 hezar TL pere bide mexdûrên erdhejê û axaftina xwe wiha qedand: "Niha dibêjin em ê 10 hezar TL bidin. Em ê vî pereyî wekî sedeqe bidin wan. Bila zarokên min ji min re bînin, ez ê 300-500 hezar TL'yî bidim wan. Ez mirovekî feqîr im, tu tiştekî min tune ye, lê bila zarokên min ji min re bîne ez ê vî pereyî bidim wan. Ez ê çi bikim ji 10 hezar TL'yê wan. Ma em zarok in? Em ji wan pere naxwazin. Bila edalet hebe, pere ne lazim e. Ka edalet li ku ye? Komara Tirkiyeyê nemaye. Ger hebûna dê bihata li halê vî gundî bipirsiya. Bi sedan mirov di bin kavilan de mirin."    MA / Omer Akin