Danîşina hevşaredara HDP'î Fîdanê hat lidarxistin 2023-03-08 19:36:16   ŞIRNEX - Danîşina doza Hevşaredara Silopiyayê Adalet Fîdan ku ji ber beşdarî daxuyaniya çapemeniyê ya partiya xwe HDP’ê bûbû lê hatibû vekirin, hat lidarxistin.    Der barê Hevşaredara HDP’ê ya Silopiyayê Adalet Fîdanê de ku di 31’ê Gulana 2022’yan de li Qada Komarê ya Şirnexê beşdarî daxuyaniya çapemeniyê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a li ser Doza Kumpasê ya Kobanê bûbû, bi sucê "Muxalefeta li dijî qanûna civîn û xwepêşandanê" doz hatibû vekirin.   Danişîna dozê îro li Dadgeha Ceza ya Asliye ya Şirnexê hat lidarxistin. Fîdan û parêzerên wê tevlî danişînê bûn. Danişîn bi tespîtkirina nasnameyan dest pê kir. Piştî re Fîdan parastina xwe kir. Fîdan di parastina xwe de diyar kir ku ji ber ku beşdarî daxuyaniya çapemeniyê ya partiya xwe bûye doz lê hatiye vekirin û doza beraetê kir. Piştre parêzerê wê diyar kir ku ew tevlî parastina muwekîlê xwe dibe û beraata wê xwest.    Meqama îdiayê xwest ji mehekê heta 3 salan ceza li li Fîdanê bê birîn.    Heyeta dadgehê piştî navbereke 5 deqeyan,  danişîna dozê taloqî 14'ê Adarê kir.