Penaberên sûriyeyî ji konbajar tên derxistin 2023-03-08 15:01:53 MEREŞ - Penaberên sûriyeyî yên di konbajarê li Taxa Cumhuriyetê ya Elbistanê de dimînin, bi darê zorê tên derxistin.    Li Taxa Cumhuriyet a navçeya Elbistan a Mereşê ji bo mexdûrên erdhejê kon hatibû vegirtin û zêdetirî 30 malbat tê de dijiyan. Hewldan hene ku 10 malbatên sûriyeyî ku mexdûrên erdhejê ne, bi darê zorê ji konan bên derxistin. Hat ragihandin ku bi hinceta derheqê wan de gilî heye tê xwestin ku ji konan bên derxistin. Ji sûriyeyiyan re hat gotin ku divê di nava 15 rojan de konan biterikînin û gelek leşker û polîs li herêmê hatine sewqkirin.    Hat zanîn ku ji 10 malbatên sûriyeyî hevjînên du jinan tirk in lewma biryara derxistina wan a ji konan hate betalkirin. Lê belê biryara bi darê zorê derxistina 8 malbatên din didome. Hat diyarkirin ku dê penaberên sûriyeyî li konbajarê li Baxçeyê Milet ê Elbistanê hatiye avakirin bên bicihkirin.    Polîsên ku duh tevî giliyê “zilamek tundiyê li hevjîn û zarokê xwe dike” jî nehatibûn konbajar, ji bo derxistina penaberan bi awayekî girseyî û tavilê hatin.   MA / Yusra Batıhan