Li Serhedê jin daketin qadan: Em ê li dijî serdestiya zilam têkoşîna xwe mezin bikin 2023-03-08 13:00:46   NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarên herêma Serhedê jinan çalakiyên 8’ê Adarê li dar xistin û diyar kirin ku ew bi felsefeya “Jin jiyan azadî” têkoşîna xwe li dijî serdestiya zilaman mezin bikin.   Li hin bajarên herêma Serhedê jin bi minasebeta 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê çalakiyan li dar xistin.    WAN    Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) li Wanê bi dirûşma “Dem dema jin jiyan azadî ye” meş li dar xistin. Parlamenterên HDP’ê Muazzez Orhan, Gulistan Kiliç Koçyîgît, Dayikên Aştiyê û gelek jin tev li meşê bûn û dirûşm berz kirin û pankart û posterên jinên hatine qetilkirin hatin hildan.      Jin ji Xaçerêya Semaverê heta Parka Mustafa Altay meş li dar xistin. Li vir daxuyanî hat dayîn û aktîvîsta TJA’yê Zeynep Kara daxuyanî xwend û bal kişand ser têkoşîna jinan.      AGIRÎ   TJA û Meclisa Jinan a HDP’ê li navçeya Bazîdê ya Agiriyê li ber avahiya HDP’ê ya Bazîdê jin kom bûn û bi dirûşma “Dem dema jin jiyan azadî ye” meş li dar xistin. Gelek jin tev li çalakiyê bûn û dirûşm berz kirin. Parlamentera HDP’ê ya Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr axivî û da zanîn ku dirûşma Jin jiyan azadî li çar aliyên cîhanê olan dide û wê bi ruhê vê dirûşmê jiyanê ji nû ve bihûnînin.      COLEMÊRG     TJA’yê li Colemêrgê bi minasebeta 8’ê Adarê li qadek nêzî Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê bi dirûşma “Dem dema jin jiyan azadî ye” daxuyanî dan. Gelek jin tev li çalakiyê bûn. Jinan dirûşm berz kirin û dowîz û pankart hildan.    MÛŞ     TJA’yê û Meclisa Jinan a HDP’ê li Mûşê jî bi dirûşma “Dem dema jin jiyan azadî ye” li ber avahiya HDP’a Mûşê çalakî li dar xistin û daxuyanî dan. Parlamentera HDP’ê ya Mûşê Şevîn Coşkûn daxuyanî da û da zanîn ku ew ê gav bi gav jiyana nû bihûnînin û ew ê di demek nêz de serdestiya zîhniyeta zilman têk bibin û dê jin li ber xwe bidin û têkoşîna xwe mezin bikin.