Kavilên li derdorê tên valakirin zirarê didin xwezayê 2023-03-08 11:55:28 HATAY - Kavilên li Hatayê li navçeyên Samandagê û Altinozu tên valakirin. Levent Buyukbozkirli yê ji Komîsyona Avhewayê û Edaletê ku li Hatayê lêkolînan kir diyar kir ku divê kavil bêyî ku toz û gemarê çêkin bên rakirin.    Li Hatayê rakirina kavilên avahiyên di erdhejan de hilweşiyan berdewam dike. Tê gotin heta niha li Hatayê kavilên 394 avahiyan hatine rakirin. Kavilên ji navçeyên navendî Defne û Antakyayê yên Hatayê tên rakirin, li navçeyên Altinozu û Samandagê tên valakirin. Kavilên tên valakirin zirarê didin xwezayê û derdorê.    Endamê Komîsyona Avhewayê û Edaletê Levent Buyukbozkirli li her du qadên ku kavil lê tên valakirin lêkolînan kir û destnîşan kir ku kavilên tên valakirin zirarê didin xwezaya herêmê.    ‘KAVIL ZIRARÊ DIDIN XWEZAYÊ Û MIROVAN’    Buyukbozkirli anî ziman ku kavilên li navçeya Samandagê tên valakirin nêzî konbajarê ji bo mexdûrên erdhejê hatiye avakirinê ye û ev kavilên tên valakirin dibe sedema ku zirarê bide derdorê û xelkê. Buyukbozkirli destnîşan kir ku kavilên tên valakirin behre û qadên avî jî dixe talûkeyê û zirarê dide tenduristiya mirovan. Buyukbozkirli da zanîn ku kavilên tên valakirin divê kavilên tên valakirin zirarê nedin xwezayê û bêyî ku ji kavilan toz û gemar çêbibe bên valakirin û ev yek ji bo tenduristiya mirovan û xwezayê gelek girîng e. Buyukbozkirli diyar kir ku ji bo kavilan qadên zirarê nedin xwezayê û jiyana mirovan bên peydakirin.    MA / Mujdat Can