Du malbat di heman konê de dijîn: Ez terka warê xwe nakim 2023-03-08 11:28:02 DÎLOK – Mexdûrê erdhejê Yunus Kilinç ku li Taxa Kerkut a Islehiyeyê dijî û ev meheke tu kon jê re nehatine dayîn û wiha dibêje: “Ez terka warê xwe nakim.”    Beşeke mezin a navçeya Islehiye ya Dîlokê di encama erdhejê de hilweşiya. Bi ser erdhejê re mehek derbas bû lê hêj jî xelkê navçeyê mexdûr e. Li Taxa Kerkut a navçeyê nêzî 80 kesan di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan. Li taxê hêj gelek welatî hene ku kon jê re nehatine dayîn. Welatiyan li gorî derfetên xwe hinek qadên lêmayînê çêkirine, hewl didin birînên xwe derman bikin. Lê şert û mercên nebaş ên hewa, bandoreke nebaş li ser jiyana wan dike.    Ji mexdûrên erdhejê yên Taxa Kerkutê Yunus Kilinç (53) yek ji wan e ku kon jê re nehatiye dayîn. Kilinç, tevî 3 endamên malbatê xwe spart konê cîranê xwe. Kilinç, da zanîn ku 4 ferdên malbata din jî hene û ev tişt anî ziman: “Gelo ma em ê di vê rewşê de çawa bikin? Keyayê taxê alîkariyên heyî li kesên bi kêrî wî tên belav dike. Li yên din belav nake. Min jê dar û kon xwest lê dibêje tune ne. Lê dema kesekê din jê dixwaze jê re dibîne.”    Bi domdarî Kilinç destnîşan kir ku di mala wî de qelîştekên mezin hene lê tevî vê yekê jî rapora “Dikare tê were rûniştin” hatiye dayîn û axaftina xwe wiha qedand: “Bila kesên ev rapor amade kirin bi xwe bên di vê malê de bijîn. Ev bû 43 sal ez li vê derê me. Ez naçim tu deverên din û terka warê xwe nakim. Ez biçim ku derê jî dê 3 mehan bidin xebitandin û piştre bi hinceta ‘mexdûrê erdhejê ye’ min ji kar derxînin. Bila kesek terka bajarê xwe neke. Bila li bajarê xwe vegerin. Ne şaredariyê û ne jî tu kesekî alîkariya me nekir.”    MA / Delal Akyuz