22 hezar malbat ev bû mehek li benda konan e 2023-03-08 11:17:18 MELETÎ - Piştî erdhejê hat tespîtkirin ku li Meletiyê ji 131 hezar û 991 avahiyan 32 hezar û 195 jê divê lezgîn bên hilweşandin an jî xesareke mezin gihiştiyê. Bi ser erdhejê re mehek derbas bû lê hêj jî li navçeyên Battalgazî û Çermiktiyê zêdetirî 22 hezar malbat li benda konan e.    Yek ji bajarên herî zêde di erdhejên Mereşê de hilweşiyayî jî Meletî ye. Pêdiviyên mexdûrên erdhejê yên Meletiyê ne ji hêla AFAD, Heyva Sor a Tirk, walîtî û qeymeqamtiyan lê ji hêla dilxwazan ve tên pêşwazîkirin. Li gorî daneyên Walîtiya Meletiyê; ji 131 hezar û 991 avahiyên bajar 32 hezar û 195, ji 372 hezar û 321 beşên serbixwe jî 90 hezar û 347 jê dê tavilê bên hilweşandin an jî xesareke mezin gihiştiyê. Her wiha 71 hezar û 549 xanî û 14 hezar û 397 ticaretxane jî herifîne, dê bên herifandin an jî xesareke mezin gihiştiyê.    DORÊN KONAN    Li bajar hilweşîneke mezin çêbûye û heta niha bi giştî 50 hezar kon hatine belavkirin. Pêdiviya bi konan a bi hezaran welatiyan jî hêj nehatiye pêşwazîkirin. Qeymeqamtiyên navçeyên navendî yên Meletiyê Battalgazî û Çermiktiyê ji bo serlêdanên konan stant vekirine û ji bo serlêdanan gel ketiye dorê û dorên dirêj çêbûne. Bi ser erdhejê re mehek derbas bû lê hêj jî bi hezaran kes li dorê disekinin.   22 HEZAR MALBAT LI BENDA KONAN E   Li gorî daneyên qeymeqamtiyê; li navçeya Çermîktiyê 12 hezar kesan û li navçeya Battalgazî jî 10 hezar kesan ji bo konan serlêdan kirin. Lê belê li bajar kon nayên peydakirin. Tê payîn ku kesên ji ber erdhejê ji bajar koç kirin dîsa vegerin û pêdiviyeke hîn zêdetir bi konan bibe.    DORA KONÊN QET NAYÊN    Duh di saetên nîvro de li pêşiya Walîtiya Meletiyê konê Navenda Serlêdana Konan a Navçeya Battalgaziyê hate vegirtin. Welatiyên ku ketin dorê wiha gotin: “Rayedar ji me re dibêjin; ‘Zehmete ku dor bigihije we.’ Ji ber ku zêdetirî 10 hezar kes di dora konê de ne û li benda konan e. Ji me re dibêjin; ‘Li vê derê dor nayê we, herin li navçeya Çermîktiyê serlêdanê bikin.’ Lê belê tevî ku em di saetên serê sibehê de çûne jî ji me re gotin; ’12 hezar kes di dorê de ne.’ Tevî ku bi ser erdhejê re mehek derbas bûye jî hêj 223 hezar kes di dora konan de ye. Beriya hatina me, bi hezaran kes vegeriyane. Li vê derê hêj jî pirsgirêka av, xurek û konan heye. Rayedarên tên vê derê tenê diaxivin û tiştekî nakin. Ji rewşa me ev rastiye ji xwe xuya dike.”    MA / Dilgeş Ruvanas