'Kon dan her kesî, nedan me' 2023-03-08 09:12:21 HATAY - Mehmet Aydinê ji Mûşê ku tevî 15 ferdên malbata xwe li Taxa Kuçuk Karaçay a navçeya Samandaxî ya Hatayê rastî erdhejê hat, got: "Kon dan her kesî, lê nedan me. Cihêkarî heye."    Malbatele mûşî ya ji 15 kesan pêk tê, li Taxa Kuçuk Karaçayê ya navçeya Samandaxî ya Hatayê di dema erdhejê de di bin axurê avahiyeke du qatî de mane û bi birîndarî xelas bûne. Ji ber ku kes bi hawariya malbatê de nehatiye, malbat bi derfetên xwe bi birîndarî ji bin kacilan derketiye. Malbat piştî roja sêyan a erdhejêderbasî goristana taxê bûye. Paşê jî bi derfetên xwe, kon û lazmatiyên xwe peyde kiriye.    'CIHÊKARÎ HAT KIRIN'   Mehmet Aydin bilêv kir ku bi sewalvaniyê debara xwe dikin û got ku di dema erdhejê de ferdên malbatê hemû mal bûne. Aydin got: "Xaniyê me yê du qatî, qismek jê paş de û qismek jê jî pêş de hilweşiya. Hemû zarok hatin şaneşînê û xwe avêtin erdê. Em bi derfetên xwe, bi birîndar xelas bûn. Kes nehat vir. Ji bo konan jî kes nehat. Keya kon nedan me. Kon dan her kesî, lê nedan me. Cihêkarî heye. Keyayê Taxa Hancakê, ji bo potikekî pitikan heqaret li min kir. Hemû eşyayên me di bin kavilan de man, kes nehat, makîneyên kar nehatin. Me eşyayên xwe jî xelas nekirin."    'ME BI XWE CENAZE DERXISTIN'   Aydin bilêv kir ku çawa xwe xelas kirine çûne cem xizmên xwe yên li navçeya Harbiyeyê û got: "Li hêla Harbiyeyê 4 xizmên me jiyana xwe ji dest dan. Me bi xwe cenaze derxitin. Em saet ji 4'ê sibê heya 2'yê esirê bi xwe xebitîn. Saet di 6'ê êvarî de min û bavê min, me cenazeyên xwe birin Mûşê. Min zarokên di vî halî de hiştin û me berê xwe da rêyeke 50 saetî. Mazot tune bû, kesî mazot neda. Li petrolan me lavayî dikir ji bo mazotê."    'JI XEYNÎ HADP'Ê KES NEHAT'   Aydin wiha axivî: "Ji xeynî HDP'ê kesî alîkariya me nekir. Xwedê ji HDP'ê razî be, çi ji destê wan hat kirin.    Aydin da zanîn ku piştî axurê wan hilweşiyaye hemû amûrên wan di bin kavilan de mane û got: "Em zêdetirî 15 kesan in. Baran heye, herî heye. Êmê me hemû di bin kavilan de ma. Çend roj in heywan bê êm in. Çend roj in êm tune ye, êku tîne jî dide xizmên xwe."    MA / Eylem Akdag