Hevserokê DFG'ê Altan ku 9 meh in îdianameya der barê wan de nehatiye amadekirin, ji bo piştevaniyê bang kir 2023-03-08 09:00:37 AMED - Îdianameya der barê 16 rojnamevanên hatin girtin zêdetirî 9 meh in nehatiye amadekirin. Hevserokê DFG'ê Serdar Altan bertek nîşanî vê yekê da û ji bo pştevaniyê bang li hemû rojnamevanan, rêxistinên pîşeyî û derdorên demokratîk kir.    Li Amedê di 8'ê hezîranê de 20 jê rojnamevan 22 kes hatibûn binçavkirin. Piştî 8 rojên binçavan, 22 kes sewqî Edliyeya Amedê hatibûn kirin û ji wan 16 jê hatibûn girtin. Zêdetirî 9 meh derbas bûne lê hê jî lêpirsîna der barê Midûra JINNEWS'ê Safiye Alagaş, Hevserokê Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) Serdar Altan, Edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Azîz Orûç, Midûrê Karên Nivîsê yê Rojnameya Xwebûnê Mehmet Alî Ertaş, rojnamevan Zeynel Abîdîn Bûlût, Omer Çelîk, Mazlûm Dogan Guler, Îbrahîm Koyûncû, Neşe Toprak, Elîf Gungor, Abdûrrahman Oncu, Sûat Dogûhan, Remziye Temel, Ramazan Gecîken, Lezgîn Akdenîz û Mehmet Şahîn de nehatiye temamkirin.      Hevserokê DFG'ê Serdar Altan, ji ajansa me re nameyek şand.    Altan di nameya xwe de bal kişandiye ser erdhejên li Mereşê çêbûn û bandor li 11 bajaran kirin gotiye ku berpirsê vê karesata mezin hene. Altan di nameya xwe de destnîşan kiriye ku piştî erdhejê careke din diyar bûye ku bê ev pergal, pergaleke çi qas riziyayî ye û gotiye: "Lê desthilata siyasî ji bo vê jî nesekiniye. Cardin hewl dide bertekên gel bi darê zorê bitepisîne. Kesên kêmasiyan û nelirêtiyan tînin zimên jî gefan li wan dixwe."    'ZEXTÊN LI SER ÇAPEMENIYÊ'   Altan destnîşan kiriye ku yên herî zêde rastî van zext û gefan tên jî mixabin rojnamevan in û gotiye: "25 xebatkarên çapemeniyê di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan, lê li van herêman di dema şopandina nûçeyan de bi her cure astengî û zextan re rû bi rû dimînin. Raporên komeleya me û raporên rêxistinên çapemeniyê yên neteweyî û navneteweyî, didin der ku bê rojnaevan beriya erdhejê û piştî erdhejê bi zextine çawa re rû bi rû ne."    Altan di nameya xwe de ev tişt nivîsîne: "Wekî tê zanîn em di encama polîtîkayênz ext û tepisandinê de, di 8'ê Hezîranê de hatin binçavkirin û paşê hatin girtin. Çendî em naxwazin di vê pêvajoya karesatê de ev yek bieb rojev jî, lê mixabin em 9 meh in girtî ne û ev veguheriye cezayekî bênav. Lê halbûkî em rojnamevan, diviyabû di vê pêvajoyê de liq adê bûne û vê karesatê bişopandana."    'LI DÛ DEK Û DOLABAN E'   Altan wiha domandiye: "9 meh in em girtî ne. Lê hê jî îdianame nehatiye amadekirin. Ji ber biryara veşarî li ser dosyeyê heye, em hê nizanin bi çi tên sûcdarkirin. Ev pêvajoya girtinê ya dûr û dirêj, bêhiqûqîtiya li hemberî me zêdetir dike. Wer xuya ye kesên lêpirsînê bi rê ve dibin li pêyî hin dek û dolaban e. Em dibêjin li pey dek û dolaban e, ji lew re li gor ku me bihîstiye ji bo sûc biafirînin şahidên veşarî yên nû diafirînin. Ji wan we te nayê fêmkirin; em dibêjin her tiştê me eşkere ye. Di destê we de deşîfrasyona bernameyên me çêkirine hene. Nivîsên me nivîsî ne û nûçeyên me çêkirine li ber destê we ne. Çi hebe di wan de veşarî ye! Baş vekolin, belkî hûn unsûrekî sûc bibînin. Çi hewce bi şahidên veşarî heye! Yanî pêdivî bi dek û dolabên wiha bêhûde tune ye. Ger hûn ê darizandineke hiqûqî bikin, îdianameya xwe amade bikin û me bibin pêşberî dadger, da ku em zanibin bê derdê we çi ye."    Altan bi lêv kiriye ku divê raya giştî zanibe ku operasyona li hemberî wan ne hiqûqî ye, operasyoneke siyasî ye û operasyoneke bi dek û dolabên Suleyman Soylû hatiye kirin.    BANGA JI BO PIŞTEVANIYÊ   Altan di nameya xwe de bang li meqama ku lêpirsînê bi rê ve dibe kir û gotiye: "Dest ji vê bêhiqûqîtiya xwe berdin û demildest îdianameyê amade bikin. Hûn bi dirêjkirina pêvajoyê re nikarin tiştekî bi dest bixin."    Altan ji bo pştevaniyê bang li hemû rojnamevanan, rêxistinên pîşeyî û derdorên demokratîk kir.