ROJEVA 8’Î ADARA 2023’YAN 2023-03-08 09:00:06   * Îdianameya der barê 16 rojnamevanên hatin girtin zêdetirî 9 meh in nehatiye amadekirin. Hevserokê DFG'ê Serdar Altan bertek nîşanî vê yekê da û ji bo pştevaniyê bang li hemû rojnamevanan, rêxistinên pîşeyî û derdorên demokratîk kir.    * Parêzeran diyar kir ku di bin navê "zewacê" de zarok rastî destdirêjiyê tên nû gotin ku divê pergal ji serî heta binî bê guherandin.    * Mexdûra erdhejê Cemîle Turunç li ser tenûra li taxê nan dipêje, cilan belav dike û xwarinê çêdike. Turunç ku bênavber dixebite, wiha dibêje: “Xeyalên me, keda me li vê derê ye. Em ê bajarê xwe pêşkeşî tu kesî nekin.”   * Mûrat Vargun, Berdevkê Heyva Sor a Kurdistanê ku kampanyaya xwe ya alîkariyê ya ji bo mexdûrên erdhejê didomîne, got ku dê ji bo avakirina bajarê ji konteyneran, selihandina xaniyên xesardîtî û malbata xwişk û bira bixebitin.    * Mehmet Aydinê ji Mûşê ku tevî 15 ferdên malbata xwe li Taxa Kuçuk Karaçay a navçeya Samandaxî ya Hatayê rastî erdhejê hat, got: "Kon dan her kesî, lê nedan me. Cihêkarî heye."   * Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 716’an de berdewam bike.     * Doza hevserok û endamên DÎAYDER’ê dê li 14’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bê lidarxistin. (10.00)   * Bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê dê li Amed, Wan, Îzmîr, Stenbol, Enqere, Edene, Mêrsîn, Antalya, Colemêrg, Dêrsim, Sêrt, Êlih, Bazîd û Siopiyayê meş û xwepêşandan bên lidarxistin. (12.00-19.30) CANLI    * Dê li Qada Ugur Mumcu ya Hatayê xeleka jiyanê bê lidarxistin. Li Semsûrê jî jin dê li Konbajarê Zulfîkar Yilmaz û Konê Koordînasyona Navendî ya Narlikayayê bi mexdûrên erdhejê re bên ba hev. (14.00)   * Jin dê li Taksîm a Stenbolê û Îzmîrê Meşa Şevê ya Femînîst li dar bixin. (19.30-20.00)