Bi hinceta tevlibûna merasîma bîranîna Jîna Emînî cezayê hefsê dan aktîvîst Melaî 2023-03-07 16:00:26   WAN - Bi hinceta ku tev li merasîma bîranîna 40 rojka Jîna Emînî bûye, rejîma Îranê 3 sal û 6 meh cezayê hefsê da aktîvîsta jin Sarwar Melaî.    Aktîvîsta jin a îranî Sarwar Melaî di 4’ê mijdara 2022’yan de tev li merasîma 40 rojka Jîna Emînî bû. Di dema merasîmê de ji hêla rejîma Îranê ve hate binçavkirin. Melaî 2 hefteyan di bin çavan de ma û piştre hate berdan. Danişîna biryarê ya doza Melaî îro hate lidarxistin. Danişîn, li Dadgeha Cezayan a Sanandajê hate lidarxistin û şandeyê bi hinceta “tevlibûnê” 3 sal û 6 meh cezayê hefsê da Melaî.