MKGP û DFG’ê ji bo rojnamegerên girtî bang kirin 2023-03-07 15:31:00   AMED - MKGP û DFG ji bo balê bikişînin ser rewşa rojnamegerên ku 9 meh in îdianameya wan nehatiye amadekirin, dê di roja pêncşemê de li pêşiya Edliyeya Amedê daxuyaniyê bidin. Banga tevlibûnê hate kirin.   Di 8'ê hezîrana 2022'yan di çarçoveya operasyona Serdozgeriya Komarê ya Amedê de 16 rojnamegerên ku hatibûn binçavkirin, di 16'ê hezîranê de hatin girtin û ev 9 meh in îdianameya wan nehatiye amadekirin. Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKGP) û Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) ji bo balê bikşînin ser rewşa rojnamegeran, dê di roja pêncşemê saet di 12.00’an de li ber deriyê Edliyeya Amedê daxuyaniyê bidin.    MKGP û DFG'ê ji bo tevlibûna daxuyaniyê û xwedîderketina li rojnamegeran bang li her kesî kirin.