Girtiyê nexweş ê ku înfaza wî hatibû taloqkirin dîsa dişînin girtîgehê 2023-03-07 14:20:17 AMED - Girtiyê nexweş Îlhan Dîkme dema li girtîgehê xwîn çûbû ser mejiyê wî û înfaza wî ji bo 3 salan hatibû taloqkirin. Hat zanîn ku Dîkme dê ji bo çavdêriya mehekê dîsa bişînin Girtîgeha Tîpa R’yê.        Girtiyê bi navê Îlhan Dîkme dema li Girtîgeha Tîpa F a Kandira ya Kocaeliyê dihat ragirtin, tansiyona wî bilind bû û xwîn çû ser mejiyê wî. Dîkme 7 mehan di komayê de ma û cezayê wî bo 3 salan hate taloqkirin. Dîkme, niha jî ji bo çavdêriyê dê dîsa bişînin girtîgehê. Dîkme, di 11’ê îlona sala 2019’an de  li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Umraniyê bi awayekî kelemçekirî hatibû tedawîkirin û piştî emeliyatê jî cezayê wî hatibû taloqkirin. Dîkme, nikare ji nava cihan rabe û pêdiviyên xwe yên jiyanî bi cih bîne.    DI NAVA 10 ROJAN DE TESLÎM BIBE!    2’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Sêwasê bang li Dîkme kir û jê re got ku ji bo çavdêriyê dê mehekê di Girtîgheha Tîpa R’yê de bimîne, piştî raporê jî dê nêrîna rêveberiyê bê eşkerekirin. Her wiha dadgehê xwest ku Dîkme di nava 10 rojan de xwe radestî Serdozgeriya Komarê ya bajarê lê dijî.