‘Me encamên erênî yên piştevaniyê li vir dîtin’ 2023-03-07 11:53:11   DÎLOK - Ji Hewldana 78’an Mûstafa Kaplan da zanîn ku di sê rojên ewil ên erdhejê de nêzî 20 TIR’ên alîkariyê gihandin Nûrdagiyê û wiha got: “Me li vê derê encamên piştevaniyê yên erênî dîtin. Em bûn şahidên piştevaniya gel.”    Di encama erdhejên Mereşê yên 6’ê sibatê de li 11 bajaran hilweşîneke mezin çêbû. Dewleta ku di rojên ewil ên erdhejê de xelk terkî qedera xwe kir, tevî ku bi ser erdhejê re mehek derbas bûye jî ne kavil rakirine ne jî birînên gel derman kir. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di roja ewil a erdhejê de Navenda Koordînasyona Krîzê ava kir û li hemû bajar û navçeyên lê birêxistinkirî ye kampanyayên piştevaniyê da destpêkirin. Li gundên navçeya Nûrdagi ya Dîlokê ji ber erdhejê wêraniyeke mezin çêbû û ji ber ku alîkarî jê re nehatin şandin, xelk hîn bêhtir mexdûr bû. Li herêmên erdhejê hêj niha jî pirsgirêka av, ceyran û alîkariyan dijî.    Mexdûrên erdhejê yên ku tevî zehmetiyên dikêşin jî xaka xwe naterikînin, hewl didin bi rêya torên piştevaniyê yên ji hêla rêxistinên civaka sivîl, odeyên pîşeyî û partiyên siyasî ve hatine avakirin birînên xwe derman bikin.    LI HER HERÊMÊ ÊŞEKE CUDA    Endamê Hewldana 78’an Mûstafa Kaplan ku li Maseya Koordînasyona Erdhejê ya ku HDP’ê li Dîlokê ava kiriye de dixebite, da zanîn ku ji roja ewil a erdhejê heta niha li deverên ku dewletê tu alîkarî pê re nekirine dixebitin û wiha got: “Em alîkariyê didin wan herêman. Cara ewil e wêraniyeke wiha çêdibe û ev yek qeder nîne. Êşên heyî jî bi qasî hilweşîna heyî mezin in. Her herêma em diçinê, rastî êşên cuda tên. Hevalên di komîsyona vê derê de cih digirin, hewl didin xwe bigihînin cihên kesekî nekariye xwe bigihînê. Em di vê mijarê de serkeftin. Di nava 3 rojan de me nêzî 20 TIR û kamyonan alîkarî gihand herêmê. Bêyî ku em guh bidin Heyva Sor, AFAD û saziyên din, em bi hawara gelê xwe hatin.”    ‘ME KESÊN DIVIYA BIHATINA LI QADÊ NEDÎTIN’    Herî dawî jî Kaplan ev tişt anî ziman: “Me li Nûrdagiyê xwe gihand gelemperiya 36 taxan. Ji roja 3’yan a erdhejê ve ji bajarên cuda dilxwazin hatin û tora piştevaniyê mezintir bû. Di dema piştevaniyê de me cihêkariya ziman, ol, herêm, gund û nîjadî nekir. Me xwest her kes jê sûd bigire. Yên ku diviya bihatina herêmê, me di sê rojên ewil de li qadê nedîtin. Mezintirîn gundê Nûrdagiyê gundê me ye anku Gedîklî ye. Lê tevî vê yekê Heyva Sor an jî AFAD nehatin vê derê. Tenê bi helîkopterê 4 kon anîn gund. Ji sedî 70’î gund hilweşiyaye. Cenazeyên xizmên me, alavên me di bin kavilan de ne. Alîkarî baş negihiştiye gundan. Mirov hewl didin li gorî derfetên xwe tiştên xwe derxînin. Li makîneyên kar ên mezin nînin lewma tiştek ji destê wan nayê. Me li vir encama piştevaniyê dît.”   MA / Delal Akyuz - Firat Can Arslan