Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar dikeve sala 3’yan 2023-03-07 10:56:11   RIHA - Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar 2 salan li pey xwe dihêle. Parêzera malbatê Ayşe Şehrîban Demîrel bang li her kesî kir ku ji bo têkoşîna neheqiya heyî xwedî li Nobeta Edaletê derkevin.    Xizm û parastvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî Malbata Şenyaşar kir. Di encama êrişê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Li ser vê yekê Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar di 9’ê adara 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kirin. Çalakiya malbatê 2 salan li pey xwe dihêle.    Ji ber ku têkildarî komkujiya li kargehê dest pê kirî û li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê domiya de lêpirsîneke baş nehate kirin, malbatê dest bi Nobeta Edaletê kiribû. Çalakiya Emîne û Ferît Şenyaşar bênavber didome.    Parêzera Malbata Şenyaşar û endama Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Rihayê Ayşe Şehrîban Demîrel da zanîn ku di lêpirsînên têkildarî komkujiyan heta niha tu pêşketin çênebûne û dê têkoşîna wan a hiqûqê bidome.    Demîrel, diyar kir ku êrişkar nehatin cezakirin lewma malbatê dest bi Nobeta Edaletê kir û wiha domand: “Nobet, ji ewil li pêşiya avahiya AKP’a Rihayê dest pê kir. Lê belê li dijî malbatê êriş çêbûn û hatin binçavkirin. Lewma li pêşiya Edliyeya Rihayê domandin. Malbata Şenyaşar, ev du sal in tevî sermayê, germiyê, berf û baranan jî nobeta xwe digire. Armanca nobetê ew e ku berpirsyarên komkujiyê bên darizandin. Êdî ev têkoşîna malbatê veguheriye têkoşîna gel. Di tevahiya nobetê de rastî tacîz û tundiya darazê hatin. Di 9’ê adarê de Nobeta Edaletê salekê li pey xwe dihêle. Di van 2 salan de Emîne Şenyaşar rastî gelek derhiqûqiyan hat. Mafên wê yên civîn, xwepêşandan û xweîfadekirinê hatin xespkirin, derheqê wê de gelek lêpirsîn û teqîbat hatin destpêkirin. Bi hinceta ‘heqaret li Îbrahîm Halîl Yildiz û Suleyman Soylu kiriye’ gelek doz lê hatin vekirin. Gelek caran îfadeyên wê hatin girtin û bangî dadgehê kirin. Xwestin rê li ber têkoşîna wê bigirin. Lê ev tundiya darazê negihişt armanca xwe. Malbata Şenyaşar, bû sembola edaleta Tirkiyeyê.”    BINÇAVKIRINÊN RIYALΠ   Bi domdarî Demîrel got ku heke Tirkiye dewleteke hiqûqê be, divê encameke şênber ji têkoşîna edaletê ya Malbata Şenyaşar derkeve û wiha pê de çû: “Nobeta Edaletê zextê li ser dosyayan dike. Her çend ku 4 sal piştre be jî, kir ku doz were vekirin. Di vê çarçoveyê de çendek binçavkirinên riyalî çêbûn. Ev nayê wê wateyê ku dewleta hiqûqê ye. Em di danişîna ewil a nexweşxaneyê de bûne şahidên vê rastiyê. Miameleya bersûcan li malbatê hate kirin. Delîlên di dosyayê de hatine tunekirin. Îdiayên ku dîmenên kamerayên nexweşxaneyê hatine dizîn, ji bo guhdarîkirina şahidan lêpirsîneke baş nehat kirin, hinek bersûcan jî firar kirine. Di esasê xwe de ev doz ji bo malbat dev ji têkoşîna edaletê berde, dozeke riyalî ye. Weke parêzerên malbatê û parastvanên mafên mirovan, heta di vê dosyayê de edalet bi cih tê jî em ê bi malbatê re têbikoşin.”    BANGA MEZINKIRINA TÊKOŞÎNÊ    Demîrel, herî dawî ev bang kir: “Têkoşîna edaletê ya Malbata Şenyaşar, têkoşîna me tevan a edaletê ye. Dema edalet ji bo malbatê hat, dê ji bo her kesî were. Ev têkoşîn li dijî hemû derhiqûqiyên li Tirkiyeyê tê kirin. Malbat, ji bo piştevaniya bi mexdûrên erdhejê re çû herêmên erdhejê. Nobeta Edaletê niha jî didome. Dema em li van bêhiqûqiyan û karesata erdhejê dinêrin, dibînin bê ka edalet di çi halî de ye. Me dît ku ya di bin kavilan de mayî, edalet e. Ji bo ku ji bêhiqûqiyan re bibêjin ‘êdî bes e’, ji bo têkoşîna li dijî van bêhiqûqiyan, banga min li her kesî ew e ku di 9’ê adarê de xwedî li Nobeta Edaletê derkevin û tev li têkoşînê bibin.”    MA / Omer Akin