‘Ji ber ku em kurd û elewî ne kon nedan me' 2023-03-07 09:15:34   MELETÎ - Hanim Bayram a 80 salî ku kon bi dest wê neketiye û ji ber vê tevî zarokên xwe li cihê tenûrê dimîne got: "Kon dan ên cem me, lê ji ber ku em kurd û elewî ne, nedan me."    Li Meletiyê hê jî ji bo bi hezaran welatiyên ku xaniyên wan hilweşiyane an jî xesareke mezin dîtine, ne kon ne jî zexîre hatine peydekirin. Hin welatî bi derfetên xwe ji xwe re kon çêkirine û hin jê jî ji bêgavî di xaniyên xesardîtî de dimînin.    Li gundê Karşiyakayê yê navçeya Wêranşar a Meletiyê Hanim Bayram a 80 salî tevî zarokên xwe li bin holika tenûrê ku 2 metre fireh û 5 metre dirêj e, dimîne.    ‘EM 5 KES LI CIHÊ TENÛRÊ DIMÎNIN'   Hanim Bayram ku tevî kurê xwe, bûka xwe û neviyên xwe li cihê tenûrêdimîne, anî ziman ku 30 roj di ser karesatê re derbas bûne lê hê jî konê wan tune ye. Bayramê bilêv kir ku niha di tenûra li ber xaniyê xwe yê xesardîtî de dimînin û got ku cihê tenûra lê dimînin jî gelek deverên wê xesar dîtine.    'KESÎ ALÎKARÎ NEKIR'   Bayramê got: "Xaniyê me hilweşiya, axurê me û tûtina me şewitî lê kesî alîkariya me nekir. Ji ber ku em kurd û elewî ne alîkariya me nekirin. Kon dan ên cem me, lê nedan me. Ez li vî cihê tenûrêdimîmnim. Ger erdhejek çêbibe ew ê jî hilweşe. Ez ê biçim ku? Em li cihê tenûrê dimînin. Ev der her roj diheje. Em nizanim em ê biçin ku. Berê me di vê tenûrê de xwarin çêdikir, nan çêdikir û şîrê xwe dikeland. Mehek e em li vê derê ne. Me kon xwest, lê kesî nedame. Ger erdhejek çêbibe em ê di bin vê betonê de bimînin û bimirin."    ‘EZ LI GUNDÊ XWE XANIYEKÎ NÛ DIXWAZIM'   Bayranê ragihand ku tekane xwesteka wê, li şûna xaniyê wê yê di erdhejê de xesar dîtiye xaniyekî din bê çêkirin û got: "Ez li gundê xw ezaniyekî nû dixwazim. Piştî erdhejê çûm navenda Meletiyê. Ez 2 rojan li wir mam, lê min îdare nekir. Min ji zarokên xwe re got, min bibin gund. Li wir nexweş ketim. Cihê em lê dimînin cihê tenûra me bû, lê niha bûye mala me."    ‘ÊMÊ HEYWANÊN ME TUNE YE'   Bayramê anî ziman ku li gund bi karê tûtinê û sewalvaniyê re mijûl dibûn û got: "Heywanên me hene, lê êmê wan tune ye. Şivanê me jî li vir e. Ji ber ku cihekî lê bimîne tune ye, di xaniyekîş xesardîtî de dimîne. Em ji bo heywanên xw eêm dixwazin. Gava em dibêjin em ji bo heywanên xwe doz aêm dikin, dibêjin 'hûn zengîn in.' Zengînê çi. Erdhej çêbû, her kes wekî hev e."    MA / Dilgeş Rûvanas