ROJEVA 7'Ê ADARA 2023'YAN 2023-03-07 09:00:05   * Zeynel Gormez ku ji ber erdhejên Mereşê gelek xizmên wî li Semsûrê jiyana xwe ji dest dane, destnîşan kir ku heya çend rojên ewil jî tu mudaxile nehatiye kirin û û got: "Heke zû midaxile bihata kirin dê encam cuda bûna." Her wiha Gormez bilêv kir ku hê jî meseleya wan a avê nehatiye çareserkirin.    * Rojnameger Rojbîn Denîzê diyar kir ku jinên êzidî li Şengalê li dijî hemû polîtîkayên qirêj û êrişan xwe li dor jiyana nû ya Şengalê birêxistin dikin û wiha got: “Jinên êzidî tenêtiya xwe şikandin û vê serkeftin wan ku bi hêza xwe bi dest xistin, li ser bingeha felsefeya 'Jin jiyan azadî'yê pêş ket." Denîzê destnîşan kir ku jinên êzidî êdî di guherandina çarenûsa Şengalê de xwedî gotin in.    * Heywanên ku bandor ji erdhejê girtine jî, li ber kavilan li benda xwediyên xwe ne.    * Ji bo emeliyata girtî Ahmet Kaya ku li Girtîgeha Wanê gardiyanan 2 parxanên wî şikandine, 250 hezar TL pere ji malbatê tê xwestin.    * 8 kesên sûriyeyî ku li ser Whatsappê koma "Dîtina Mirovên Winda" ava kirine, hewl didin windayan bibînin.    * Jinên hatayî, diyar kirin ku koçberî li wan tê ferzkirin û got: "Dixwazî bila dewlet mêze bike dixwazî bile mêze neke, ger bivê em ê giya bixwin, lê em ji vir naçin."    * Hanim Bayram a 80 salî ku kon bi dest wê neketiye û ji ber vê tevî zarokên xwe di tenûrê de dimîne got: "Kon dan ên cem me, lê em ji ber ku kurd û elewî ne nedan me."    * Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 715’emîn de berdewam bike.    * Danişîna doza derbarê rojnamevana girtî Ceylan Şahînlî de hatiye vekirin wê li 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê bê lidarxistin. (10.00)   * KESK wê rapora erdhejê ya 4’emîn ku derbarê erdheja navenda wê Mereşê çêbûyî wê li Navenda xwe ya Giştî wê aşkere bike. (11.00)   * Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan wê di komcivîna partiya xwe ya li Meclisê de rojevê binirxîne. (12.45) ZINDÎ