Kavilên leşkeriyê dirijînin pengava avdaniyê ya taxê 2023-03-06 15:23:15   DÎLOK - Kavilên aydê leşkeriyê yên li taxa Sakçagozu ya Nûrdagiyê dirijînin pengava taxê ku şênî bi wê pengavê sewalkarî û çandiniyê dikin.    Di encama erdhejên Mereşê de ziyaneke mezin gihişt navçeya Nûrdagi ya Dîlokê. Gelemperiya navçeyê di bin kavilan de ma. Kavilên Taxa Sakçagozu ya Nûrdagiyê dirijînin pengava taxê ku şêniyên taxê bi kar tînin. Ev pengava behsa xeberê gelemperî ji bo sewalkarî û çandiniyê tê bikaranîn û şêniyên taxê bi bertek in. Şênî dibêjin ku heke madeyên kanserojen tevî avê bibin, dê xetereyeke mezin li ser sewalên wan bike.    TU JÊDERKÊN NÛ YÊN NÊZ TUNE NE   Ji şêniyên taxê Kasim Taşdogan diyar kir ku şaredariyê 4 roj berê kamyon anîn û kavilan dirijînin pengavê. Taşdogan, da zanîn ku kavilên tên rijandin aydê leşkeriyê ne û wiha domand: “Bi rijandina van kavilan re dê kesên sewalkarî û çandiniyê dikin mexdûr bibin. Ev der cihekî biav e û dema baran dibarin, em ji bo holder û zeviyên xwe avê jê dikişînin. Ev der her wiha nêzî cihê çera sewalên me ye lewma em sewalên xwe tînin vê derê. Lê ji ber ku kavilan bi vî awayî li vê derê xalî dikin, dê sewalên me tî bimînin û tu jêderkên avê yên nêz jî li vê derdorê nînin.”    ‘JI BO ŞIVANAN ÇAVKANIYEKE MEZIN BÛ’   Şêniyeke din ê taxê jî got ku cihê kavil lê tên xalîkirin ji bo şivanan çavkaniyeke mezin bû û heke valakirina kavilan a li vê derê bidome dê av hişk bibe. Şêniyê taxê da zanîn ku nêzî hezar pezê wan heye û wiha bertek nîşan da: “Me heke ev av ziwa bibe em ê sewalên xwe bi ku de bibin?”    KEYAYÊ TAXÊ RASTÎ QEBÛL KIR   Têkildarî mijarê me bi keyayê Sakçagozuyê Yucel Çalişkan re hevdîtin kir. Çalişkan jî giliyên şêniyên taxê red kir û got ku şênî mijarê pir mezin dikin. Keya, ev tişt anî ziman: “Ev gotin, çendek gotinên 2-3 şivanan in. Û derewan dikin. Bi kêrî karê wan nayê ku ji bo bibin ser avê sewalên xwe bibin cihekî din lewma dibêjin ev der ewqas girîng e.”    Keya diyar kir ku ji bo xalîkirina kavilan cihekî din ji wî re hatibû gotin û wiha bi dawî kir: “Min ji wan re got ku kavilan birijînin devera vala a li pişt pengavê. Lê anîn rijandin ser pengavê. Diviya ev kavil birijandina derveyî pengavê.”    MA / Îbrahîm Irmak - Firat Can Arslan