Li herêmên erdhejê bager rabû 2023-03-06 14:20:14   MEREŞ - Li Bazarcixê bager rabû û gelek kon firiyan. Her wiha avahiyên xesareke mezin gihiştiyê dihejin û xetereyeke mezin çêdikin. Li Hatayê jî gelek kon ji ber bagerê firiyan.    Di roja 29’emîn a erdhejên Mereşê de li seranserî herêmê bagereke mezin rabû û bandoreke neyînî li ser mexdûrên erdhejê dike.    Bagera ku bandorekê mezin li Mereş û bajarên derdorê dike, rewşa mexdûrên erdhejê girantir kir. Li navenda Bazarcixê ji ber bagerê avahiyên xesar gihiştiyê dihejin û konên mexdûên erdhejê difirin.    Roja ewil a hefteyê ye lewma gelek mexdûrên erdhejê ji ber kar û barên fermî çûne navenda navçeyê. Ji ber mexdûrên erdhejê, li pêşiya bankayên mobîl, PTT û saziyên fermî yên di konan de dorên dirêj çêbûne.    HATAY   Ji şevê din ve li Hatayê jî bager rabûye û konên gelek mexdûrên erdhejê firiyan. Ji ber bagerê, ji avahiyên xesar gihiştiyê kîremît dikevin û navçe di nava tozê de ma ye.    Şevê din li navçeya Îskenderûnê ava behrê bilind bû. Ava behrê heta nava kolanên bajar jî hat û bereqeyên masîvanan di bin avê de man.