Qefîleya Amedsporê bi girseyî hate pêşwazîkirin 2023-03-06 11:41:27   AMED - Qefîleya Amedsporê ku li deplasmana Bursasporê rastî êrişên faşîst hat, li Amedê ji hêla bi hezaran kesan ve hate pêşwazîkirin.    Qefîleya Amedsporê ku duh li deplasmana Bursasporê rastî êrişên faşîst hat û polîsan jî ev êriş temaşe dikirin, vegeriya Amedê. Qefîleya Amedsporê ku gihişt Balafirgeha Amedê, li derveyî balafirgehê bi girseyî hate pêşwazîkirin. Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ê Amedê Hayrettîn Altun, Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Zeyyat Ceylan û Gulistan Atasoy, Parlamenterên HDP’ê yên Amedê Remziye Tosun û Dêrsim Dag, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û bi hezaran kesan qefîle bi dahol, zirne û govendê pêşwazî kirin. Di dema pêşwazîkirinê de girseyê strana “Dîren ha Diyarbekir dîren” bi yek dengî gotin û dirûşma “Amed bi we serbilind e” berz kirin. Qefîle, tevî konvoyeke ji hezaran wesayîtan pêk dihat, ber bi Tesîsên Şeyhmus Ozer ve kete rê.