Li rojnameger Babat û Arslan doz hat vekirin: Li dijî dewletê qaşo nûçe çêkiriye 2023-03-06 11:21:42   ENQERE - Bi hinceta xala 6’an a TMK’ê, derheqê nûçegihana JINNEWS'ê Dîlan Babat û nûçegihanê me Firat Can Arslan de doz hate vekirin û ev îdia hate kirin: “Li dijî dewleta tirk û saziyên wê de qaşo nûçe çêkiriye.”    Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê, rojnameger û nivîskar Nagihan Akarsel, di 4’ê cotmeha 2022’yan de li Silêmaniye ya Herêma Federe ya Kurdistanê hate qetilkirin û cenazeyê wê anîn gundê Xelîkan ê navçeya Cîhanbeylî ya Konyayê. Ji bo Akarsel di 13’ê cotmehê de bi merasîmekê hate definkirin. Dema nûçegihanê me Firat Can Arslan û nûçegihana JINNEWS’ê Dîlan Babat merasîma definkirina cenazeyê Akarsel dişopandin, ji hêla leşkeran ve hatin binçavkirin. Arslan û Babat heta demekî li gund hatin girtin û piştî îfadeyên li Qereqola Cendirmeyan a Cîhanbeyliyê jî hatin berdan. Buroya Lêpirsîna Sûcên Teror û Rêxistinkirî ya Konyayê têkildarî mijarê lêpirsîn dabû destpêkirin û ev lêpirsîn hat temamkirin.    Di îdianameyê de Babat û Arslan bi xala 6’emîn a Qanûna Têkoşîna li Dijî Terorê hatin sûcdarkirin û îdiaya “Kesên di têkoşîna li dijî terorê de cih girtin hedef nîşan daye” lê hate kirin. Îdianame, ji hêla 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Konyayê ve jî hate qebûlkirin û danişîna ewil a dozê jî di 25’ê gulanê de ye.    ‘QAŞO NÛÇE ÇÊKIRIN’   Di îdianemeyê de rojnameger û akademîsyen Akarsel weke “Endama rêxistinê” hatiye destnîşankirin û ji ber kişandina karûbarên definkirina Akarsel jî ev tawanbarî li Babat û Arslan hatiye kirin: “Di çarçoveya armanc û bîrdoziya rêxistinê de, li dijî dewleta tirk û saziyên wê qaşo nûçe çêkiriye û li ser medyaya civakî weşana zindî kiriye.”    KETINA CENDIRMEYAN A LI BER KADRAJÊ WEKE SÛC HATE NÎŞANDAN    Bi domdarî Dozgerê Komarê yê Konyayê Şahsuvar Yildiz di îdianameyê de îdia kir ku Babat û Arslan xwestine merasîma definkirina cenazeyê Akarsel veguherînin çalakiyeke girseyî, di weşana zindî de cih dane dîmenên leşkeran û bi vê yekê “cendirme hedef girtine.”   Di îdianameyê de hat xwestin ku ji ber xala 6’an a TMK’ê, ji salekê heta 3 salan cezayê hefsê li Babat û Arslan bê birîn.