Cotkarê tûtinê: Yên ji bo rizgarkirina canê me nehatin ma dê ji bo xelaskirina malê me bên? 2023-03-06 10:06:51 MELETÎ - Cotkarê bi navê Alî Gelîncîk diyar kir ku bi tonan tûtina wî di bin kavilan de ma ye û wiha got: “Me bang li rayedaran kirin lê nehatin. Yên ji bo rizgarkirina canê me nehatin ma dê ji bo xelaskirina malê me bên?”    Di encama erdhejên Mereşê de zêdetirî 45 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan û bi dehhezaran kes jî birîndar bûn. Yek ji bajarên herî zêde bandora erdhejê lê çêbûyî jî Meletî ye. Li bajar niha xebatên rakirina kavilan hatine destpêkirin. Hinek mexdûrên erdhejê hewl didin alav û amûrên xwe ji malên xwe yên bixesar derxînin, hinek jî hewl didin mişmiş û tûtina xwe ya di bin kavilan de ma ye derxînin.    Yek ji cotkarên tûtinê Alî Gelîncîk, li gundê Kurucuova yê navçeya Wêranşerê dijî. Gelîncîk jî hewl dide tûtina xwe ji bin kavilan derxîne. Ji bo derxistina tûtina xwe makîneyeke kar kirê kiriye û 6 rojan xebitî Gelîncîk, da zanîn ku gelemperiya tûtinê şikestiye û şil bûye. Gelîncîk, diyar kir ku kariye tenê 3 tonên tûtina xwe derxîne û wiha got: “Em piştî erdhejê bêxwedî hatin hiştin.”    KEDA 10 MEHAN ÇÛ   Gelîncîk, destnîşan kir ku tûtina di bin kavilan de mayî, berhema keda wan a 10 meha ye û ev tişt anî ziman: “Keda pênc-deh malbatan di bin van kavilan de ma. Me nekarî xelas bikin. Ji bo derxistina tûtinê me bang li rayedaran kir. Wan jî got ku dê tûtinê li gorî rêzê derxînin. Gotin ku ya kê herî zêde lezgîn be dê wê derxînin. Me dizanî ku dê dernexin lewma me makîneyeke kar kirê kir. Rojane me 12 hezar TL pere da xwediyê makîneya kar û 6 rojan xebitî. Bi giştî min 65 hezar TL pere da û ji bin kavilan 3 tonên tûtinê derxistin. Beşekê wê jî şil bûbû û hûr bûbû. Me gelemperiya wê nekarî ji bin kavilan derxînin.”   ‘YÊN KU CAN RIZGAR NEKIRÎN MA DÊ MAL RIZGAR BIKIN’    Bi domdarî Gelîncîk anî ziman ku rayedaran di du-sê rojên ewil de tu kes ji bin kavilan rizgar nekirine û wiha bi dawî kir: “Rayedarên ku ji bo rizgarkirina can nehatibûn, ma dê ji bo rizgarkirina mal bên. Hemû kes terkî qedera xwe hat kirin. Divê dewlet alîkariyê bide hemwelatiyê xwe lê me bi xwe gel xelas kir. Jixwe di sê rojên ewil ên erdhejê de yek ji wan nehat. Xizmên me yên li Semsûrê tevek sax bûn lê mudaxale nekirin lewma tevek jî mirin. Piştre jî serokkomar dibêje ‘heqê xwe li min helal bikin.’ Bila canê xwe deynin şûna canê me, belkî wê demê helal bikin. Bedela vê, lêborîneke biçûk nîne.    Tûtin berhema xweha eniya me bû. Em debara xwe bi wê dikin. Lê mixabin me nekarî xelas bikin. Em nizanin dê vê tûtinê li kîjan bazarê bifiroşin. Ji ber ku dewlet vê tûtinê qaçax bi nav dike. Di sala 2017’an de bi qanûnekê tûtina me qedexe kirin. Ev der xaka bav û kalên me ne, bi sala ye em tûtinê dikêlin. Dev ji alîkariyê berde, hema bila me asteng nekin ev besî me ye. Bila me neçarî rantxwir, febrîqator û kartelan nekin, ev besî me ye.”    MA / Dilgeş Ruvanas