Çopên nayên berhevkirin dibin sedema nexweşînan 2023-03-06 09:01:47 COLEMÊRG - Tenduristkarên ku çûn herêma erdhejê, diyar kirin ku li navenda Semsûrê ji ber nekomkirina çopan û toza ji ber dema rakirina kavilan nexweşîn zêde bûne.    Erdhejên Mereşê ên di 6'ê Sibatê de çêbûn, bandor li 15 milyon welatiyî kirin. Tenduristkarên ku ji roja ewil a erdhejê ve çûn herêmê, bêheq xizmeta gel dikin. Rêveberên Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Tenduristî û Civakê (SES) a Şaxa Colemêrgê ku li Semsûrê di warê tenduristiyê de xebitîn, gotin ku ji ber çopên li bajêr nexweşîn zêde bûne.    PIRSGIRÊKA AVÊ   Ji rêveberên SES'ê Mûrat Kaya got: "Ji ber ku li gundan kanî hene, nexweşîn kêm in, lê li navenda bajêr ji ber kon di nava hev de hatine danîn û av tune ye, nexweşîn zêde dibin. Nexweşînên wekî guriyê zêdetir in."    PIŞTGIRIYA DI WARÊ DERÛNÎ DE   Kaya da zanîn ku 7 rojan li Semsûrê xebitiye û tevî komê ku pê re xebitiye 13 kesên bi şewbê ketine tespît kirine û got: "Hê jî di warê paqijiyê de pirsgirêk hene. Sedema sereke ya pirsgirêkan, ji roja ewil a erdhejê ve nebûna koordînasyonekê ye. Em dikarin bibêjin ku pêdiviya gel pir bi piştgiriya psîkososyal heye."    HAFRIYAT LI BER RÛBARAN TÊN VALAKIRIN   Ji rêveberên SES a Şaxa Colemêrgê Mehmet Yalçin jî anî ziman ku gelek saziyên tenduristiyê hilweşiyane an jî xesar dtine û ji ber ku di vî warî de tu gav nayên avêtin Wezareta Tenduristiyê rexne kir.    Yalçin bilêv kir ku çopên li nava bajaran lod bûne dibin sedema nexweşînan û got: "Nexweşînên enfeksiyonî belav dibin. Ev jî dibe sedema nexweşînên giran. Tetanoz, gurî, sorik û çûna emel berbelav dibin. Şaredarî hafriyatan li derdora rûbaran vala dike. Ev jî dibe sedema pirsgirêkeke mezina hawirdorê."