Berteka 14 baroyan a ji bo êrişên nijadperest ên li hemberî Amedsporê 2023-03-05 22:00:53   AMED- 14 baroyan diyar kirin ku êrişên nijadperest ên di maça Amedspor-Bûrsasporê de, di şexsê Amedsporê de li hemberî tevahiya gelê kurd hatine kirin û xwestin ku kiryar bên cezakirin.    Baroyên Agirî, Êlih, Çewlig, Bedlîs, Dersim, Amed, Colemêrg, Qers, Mêrdîn, Mûş, Sêrt, Riha, Şirnex û Wanê têkildarî êrişên nijadperest ên organîzekirî yên ji aliyê alîgirên Bûrsasporê li hemberî lîstikvanên Amedsporê hatin kirin, daxuyaniyeke bi nivîskî belav kirin. 14 baroyan di daxuyaniya xwe de diyar kirin ku êrişên hatine kirin êrişên nefretî ne. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin êrişên nijadperest ên di maça Amedspor-Bûrsasporê de, di şexsê Amedsporê de li hemberî tevahiya gelê kurd hatine kirin û xwestin ku kiryar bên cezakirin.