Li Colemêrgê mirineke bi guman 2023-03-05 20:00:27       COLEMÊRG – Li gundê Dizê yê Colemêrgê Zîlan Tûran a 19 salaî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da.    Li gor agahiyên bi dest ketin li gundê Dizê yê Colemêrgê jina bi navê Zîlan Tûran a 19 salî, ji ber sedemeke nehat hînkirin li malê bi derba çekê jiyana xwe ji dest da. Tûran ku hat îdiakirin bi çekê dawî li jiyana xwe aniye, bi ambulansa sewqî cihê bûyerê hat kirin, sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê hat kirin.    Tûran li nexweşxaneyê tevî hemû mudaxileyan jî nehat rizgarkirin.    Têkildarî mirina bi guman lêpirsîn hat destpêkirin.