Çawîşê pispor ji ber mirina Bayindira ku li malê mirî hatibû dîtin hat binçavkirin 2023-03-05 18:06:58   ŞIRNEX - Kader Bayindir, duh bi şev bi awayekî mirî li malê hatibû dîtin. Di lêpirsînê hat destpêkirin dex hevjînê wê çawişê pîspor hat binçavkirin.    Li Oaxa Ofîsb ya Silopiya ya Şirnexê Kader Bayindir ku ji navçeya Bîlecek a Rihayê ye, duh li malê bi awayeke mirî hatibû dîtin. Piştî ku cînarên Bayindirê pê hesiyan gelek polîs, leşker û xebatkarên tendûristiyê hatibûn cihê bûyerê. Ji aliyê cîranên Bayindirê ve hat ragihandin ku Bayindir bi çawişekî pispor re zewicandî bûye û zarokeke xwe li malê diman.    Der barê bûyerê de lêpirsîn hatibû vekirin. Di çarçoveya lêpirsînê de hevjînê Bayindirê çawîşê pîspor ku navê wî nehat hînkirin, hat binçavkirin.    Cîranên Bayindirê jî îdia kirin ku Bayindir ji hêla hevjînê xwe ve hatiye qetilkirin.