Gel konan peyda nake lê AFAD li rex mizgefta bêxesar ji bo mescîdê kon vedide! 2023-03-05 16:09:16   MEREŞ - Pirsgirêka cihê mayînê ya mexdûrên erdhejê yên Mereşê didome. Di rewşeke wiha de AFAD’ê ji bo mescîdê li rex mizgefta ku xesar negihiştiyê dest bi xebatên vedana koneke ji bo hezar kesan kir.    Pirsgirêka cihê lêmayînê ya li Mereşê berdewam dike. Xebatên rakirina kavilan ên li deverên navendî berdewam in lê hêj gelek kavilên di kolanan cuda û gundan hêj mîna roja ewil li şûna xwe ne. Xelkê li navenda bajar hewl dide bi derfetên xwe pirsgirêka cihê mayînê çareser bike. Di rewşeke ku pirsgirêka cihêmayînê didome de, li pêşiya Şaredariya Bajarê Mezin a Mereşê ku gelemperiya saziyên dewletê li wê derê ne, ji bo mescîdê xebatên vedana koneke mezin hatin destpêkirin.    Li kêleka konê tê vedan de Mescîda Qesra Şaredariya Bajarê Mezin heye ku di erdhejê de tu xesar negihiştiyê. Di vegirtina kon de xebatkarên AFAD û şaredariyê cih digirin. Xebatkarên mescîdê dan zanîn ku ji bo amadekariyên meha Remezanê ku dê di 23’yê adarê de dest pê bike ev kon tê vedan.