Saribal ê CHP’î: Tevî hişyariyan jî tevdîr nehatin girtin 2023-03-05 15:54:49 BURSA- Parlamenterê CHP’ê Orhan Saribal têkildarî êrişa nîjadperest a li dijî Amedsporê peyamek parve kir û got ku tevî hişyariyan jî tevdîr nehatine girtin.    Bertekên li dijî êrişên nîjadperest ên li Bursayê li dijî lîstikvanên Amesporê hatine kirin, her ku diçe zêdetir dibin. Parlamenterê Partiya Gel a Komarê (CHP) ê Bursayê Orhan Saribal têkildarî êrişan daxuyanî da. Saribal got ku tevî hişyariyan jî tevdîr nehatine girtin û êriş şermezar kir.    BANG LI TFF’Ê KIR    Parvekirina Saribal a têkildarî mijarê wiha ye: “Di hevdîtinan de li gel ku me gelek hişyarî kirin jî, rayedaran got ‘tu pirsgirêk nînin.’ Banga min ji bo walî û midûriyeta emniyetê ew e ku ji bo ewlehiya tîma mêvan peywira xwe pêk bînin. Di serdemeke ku em rewşên biêş dijîn de, ez van bûyerên di dema maça Bursaspor û Amedsporê de qewimîn şermezar dikim. Bursa vê heq nake. Banga min li TFF’ê ew e ku bi peywira xwe rabe.”