Li Semsûrê toza ji ber rakirina kavilan radibe rê li ber nexweşiyan vedike 2023-03-05 15:12:26   SEMSÛR - Xebatên rakirina kavilan ên li Semsûrê didomin. Ji ber ku di dema xebatan de av li kavilan nayê reşandin, toz radibe û ev toz rê li ber nexweşiyan vedike.    Yek ji bajarên herî zêde di erdhejên Mereşê de hilweşiyayî jî Semsûr e. Bi hezaran avahî hilweşiyan û xebatên rakirina kavilan çend hefte berê dest pê kirin. Lê belê ji ber ku di dema rakirina kavilan de Şaredariya Semsûrê avê li kavilan nareşîne, toz û dûyeke zêde li derdorê belav dibe. Ji ber toz û dûya li bajar radibe ku tevahiya bajar xistiye bin bandora xwe, rê li ber gelek nexweşiyan jî vedibe. Lê tevî xetereya nexweşiyan û hişyariyên gel jî ji bo pêşîlêgirtina vê rewşê tu gav nayên avêtin.    Li gorî lêkolînên zanistê, di rakirina kavilan de lîfa kanserojen, asbest û tozên toksîtê dertên holê û ew jî bi demê re rê li ber nexweşiya penceşêrê vedikin. Ji bo ku xetereyên wiha çênebin, divê kavil ji hêla kesên pispor ve bên rakirin, av li kavilan bê reşandin û bi vî awayî bên rakirin. Lê belê tevî vê yekê jî hêj jî di dema rakirina kavilan de tevdîrên pêwîst nehatine girtin.    MA/ Mahmût Altintaş – Zerrîn Sargut