Şêniyên Avgamasiyanê rê li trafîkê girtin 2023-03-05 14:38:33 ŞIRNEX - Şeniyên gundê Avgamasyayê ji ber qezayên li ser rêya gundê wan çêdibin, çalakî li dar xistin û rê li ber trafîkê girtin.    Şêniyên gundê Avgamasya ya Şirnexê ji ber qezayên zêde yên li ser rêya gundê wan çêdibin, çalakî li dar xistin û rê li ber hatin û çûna wesayîtan girtin. Welatiyan bi qasî nîvsaetê rê girtî hiştin. Şêniyan da zanîn ku bi ser kamyonên komirbarkirî nayê girtin, toza jê radibe dike ku ajokar rêya xwe nebînin û ev yek jî dibe sedema qezayan.    Heta niha li ser vê rêyê bi dehan qeza çêbûne. Herî dawî zaroka bi navê Pelîn Kabak a 4 salî ya ku wesayêtê lêxistî bi giranî birîndar bû.  Şêniyên gund bertek nîşanî rayedaran dan û xwestin ku demildest tevdîr bên girtin.