Talabanî ji bo yekitiya neteweyî bang kir 2023-03-05 14:10:49   NAVENDA NÛÇEYAN - Serokê YNK’ê Bafil Talabanî bi boneya salvegera Raperînê axivî û wiha got: “Heta ku em her çar parçeyên Kurdistanê nekin yek dê nekarîn xeyalên şehîdan pêk bînin.”    Bi boneya salvegera Raperîna Başûrê Kurdistanê, li Ranyayê merasîm hate lidarxistin. Serokê Yekitiya Niştimanî Kurdistan (YNK) Bafil Talabanî di merasîmê de axivî û got ku gelê Kurdistanê 32 sal berê rejîma herî xedar a li Kurdistanê têk bir û ev serhildan ji bo gelê kurd û azadiya Kurdistanê bûye destpêkek.    Bafil Talabanî diyar kir ku bi qasî tê xwestin rêz ji xwîna hatiye rijandin re nehatiye girtin û wiha got: “Lê bi qasî tê xwestin rêz ji xwîna me rijandibû re nehate girtin. Ev bû 2 sal ku YNK hewl dide valahiya ku hikûmeta çêkiriye tije bike. Em, tevahiya hewldanên me ji bo parastina yekitiya Kurdistanê ne. Heta em nebin yek û çar parçeyên Kurdistanê bikin yek, dê nekarîn xeyalên şehîdan pêk bînin.”    BANG LI PDK’Ê KIR   Bi domdarî Talabanî wiha bang li partiyên siyasî yên kurd kir: “Em vê rojê weke firsendekî bi kar bînin û destê aştiyê dirêjî hev bikin. Em naxwazin Herêma Kurdistanê bibe du parçe. Gelê me ji bo vê herêmê xwîna xwe rijand, me jî ava kir. Em daxwaza edaletê dikin. Ji bo ku em bikarin xizmetê ji gelê me yê li her çar parçeyan bikin, em bang li her kesî dikin.”    Herî dawî jî Talabanî ev bang li PDK’ê kir: “Heke daxwaza we jî ev be, wê demê em amade ne. Lê heke daxwazeke we ya bi vî rengî nebe, wê demê hûn dê zirarê bibînin.”